Ji bo girtiyên jin kartên 25’ê Mijdarê şandin

  • jin
  • 13:40 15 Mijdar 2019
  • |
img
ŞIRNEX – Li Şirnex û navçeyên wê, bi boneya 25’ê Mijdarê ji bo girtiyên jin kart şandin.
 
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Şirnexê, li navend û navçeyê Sîlopî, Hezex û Cizîrê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan ji bo girtiyên jin kartên piştevahiyê şandin. 
 
Li Cizîrê, jin li ber avahiya HDP’ê kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Jinên ku di nav de Hevşaredara Cizîrê ya qeyûm tayînê cihê wê hat kirin Bêrîvan Kûtlû jî heyî, diyar kirin ku ewê li qadan li diî tundî û zextên li ser jinan têkoşîna xwe dewam bikin. Jinan, dan zanîn ku ewê bi têkoşîna xwe van zextan bişkînin û ewê tu carî van zextan qebûl nekin. Piştî daxuyaniyê jin çûn Şaxa PTT’ê ya li ser Cadeya Nisêbînê û kart ji bo girtiyên jin şandin. 
 
LI HEZEXÊ JIN ASTENG KIRIN 
 
Li Hezexê jî, jinên ku xwestin kartan bişîn in, ji aliyê polîsan ve hatin asteng kirin. Polîsan destûr nedan ku jin bi awayekê komî kartan bişîn in. Jinan li ser vê yekê dudo bi dudo kart şandin.