Şaredariya Qelqelî Mala Çandê ya Jinan vedike

  • jin
  • 11:39 15 Mijdar 2019
  • |
img
WAN – Şaredariya Qelqelî, projeya xwe ya Mala Çandê ya Jinan bi cih tîne. Di Mala Çandê ya Jinan de, wê xizmetên cur bi cur  ji bo jinan bên kirin. 
 
Şaredariya Navçeya Qelqelî ya Wanê, wê li Taxa Cumhuriyetê Mala Çandê ya Jinan veke. Wê di mala jina de cihê bêhn vedanê, pirtûkxane, odeya xwendinê û cihê dengbêjê hebin. Di Mala Çandê, wê atolye, qûrs û xebatên çandê ji bo jinan bên lidarxistin. Mala Çandê wê di hefteyên pêş de deriyê xwe ji bo jinan veke. 
 
‘JIN WÊ BEŞDARÎ XEBATÊN ÇANDÊ BIBIN’
 
Hevşaredariya Qelqelî Dîlan Orencî, derbarê projeyê de axivî û wiha got: “Bi vê projeya xwe em dixwazin jin hepsî malê hatine kirin, beşdarî xebatên civakî û çandî bikin. Ji bo vê me  biryar da ku di mala çandê de qûrs, pirtûkxane, cihên şano û temaşekirina fîlman em ava bikin. Ji bo xendekarên jin jî me cih amade kiriye. 
 
JINAN DAXWAZ KIR Û ME JÎ AVA KIR 
 
Ji xebatkarên Miduriyeta Polîtîkayên Jinan Neslîhan Şedal jî, diyar kir ku wan di çarçoveyê daxwazên jinan de biryar dan ku Mala Çandê ya Jinan ava bikin û ew ê di nava vê mehê, ji xizmetê re vekin.