Jinên xemilandî dê sibê bisiqlêt bajon

  • jin
  • 13:26 21 Îlon 2019
  • |
img

ÎZMÎR - Koma Jinên Xemilandî, dê sibê di çarçoveya "Roja Bajarên Bêtirimpêl a Cîhanê" de li gelek deverên Tirkiyeyê di heman demê de bisiqletê bajon. 

 
Koma Jinên Xemilandî, dê sibê di çarçoveya "Roja Bajarên Bêtirimpêl a Cîhanê" de ji bo ku balê bikişîne ser bikaranîna bisiqletê, li gelek deverên Tirkiyeyê di heman demê de tora ajotina bisiqletê li dar bixe. Tûra bisiqletê ku dê sibê di heman demê de li 100 bajarên mîna Baku, Berlîn, Bûrdûr, Çanakkale, Erzîncan, Kadîrlî û Kayserî yên Tirkiye û Cihanê bê lidarxistin, tê payîn ku 4 hezar jin tevlî bibin. Li bajarên ku şahî lê wan lidarxistin dê dê 15-20 hezar bisiqlet bên xemilandin û di heman demê de jin dest bi ajotina wan bikin. Tê payîn ku 3 hezar jê j Îzmîrê bi giştî 4 hezar jin tevlî tûrê bibin. Jinên ku li ber kûleya saetê ya li navçeya Konakê ya Îzmîrê bên gel hev dê saet di 17'an de dest bi ajotina bisiqletan bikin.