Ji Şaredariya Sêrtê sepana Jinkart

  • jin
  • 12:08 3 Îlon 2019
  • |
img

SÊRT – Şaredariya Sêrtê ji bo jin ji çûnehata nav bajêr sûdê werbigirin û bi hêsanî biçin û bên, sepana Jinkart xist meriyetê. 

Şaredariya Sêrtê ji bo jin li bajêr dikaribin bi hêsanî biçin û bên û li wesayîtên şaredariyê siwar bibin sepana Jinkart xist meriyetê. Jin wê bi erzanî ji Jinkartê sûdê werbigirin. Sepana Jinkart îro dest pê kir. Jin dikarin Jinkart ji Şefîtiya Hatinê ya Şaredariya Sêrtê û ji nokteyên kart lê tên tijekirin werbigirin. Wê ji Jinkartê lîreyek pere bê kuştin. 
 
‘PROJEYÊN ME DÊ DEWAM BIKIN’ 
 
Hevşaredara Sêrtê Bêrîvan Helen Işik bi bîr xist ku sepana wan a Jinkartê di nava wadên wan hilbijartinê de cih digirt û got: “Ji bo jinên me dikaribin bi hêsanî biçin û bên û ji erzaniyê sûdê werbigirin me îro wadê xwe yê hilbijartinê Jinkart xist meriyetê. Li gel vê xebatê dê ji bo jinên me proje û xebatên me dewam bikin. Ez bang li jinên Sêrtê dikim ku sûdê ji vê sepanê bigirin.”