Çalakiya rûniştinê bi strana ‘Kevoka Aştiyê” dest pê kir

  • jin
  • 12:06 1 Îlon 2019
  • |
img
AMED – Çalakiya rûniştinê ya li dijî tayînkirina qeyûmên ser şaredariyên HDP’yî di roja 14’emîn de ye. Çalakiya îro bi strana “Kevoka Aştiyê” dest pê kir. 
 
Çalakiya rûniştinê ya li dijî tayînkirina qeyûmên ser 3 şaredariyên bajarên mezin ên HDP’yî ku li Amedê hat destpêkirin di roja 14’emîn de dewam dike. Çalakiya rûniştinê ya li ser Kolana Lîseyê pêk tê bi bariyer û maşîneyên polîsan hat dorpêçkirin. 
 
Parlamenterên HDP’ê Garo Paylan, Ahmet Şik, Dersim Dag, Feleknas Uca, Salîha Aydenîz, Ayşe Acar Başaran, Semra Guzel, Musa Farisogullari, Remziye Tosun, Îmam Taşçier, Hişyar Ozsoy, hevşaredarên HDP’yî yên navçeyan, rêveberên HDP’ê û DBP’ê û gelek welatî beşdarî çalakiyê bûn. 
 
Çalakiya rûniştinê ya di roja 14’emîn de bi strana “Kevoka Aştiyê” û berzkirina dirûşman dest pê kir. 
 
Jin li ber Lîseya Ziya Gokalp kom bûn û bi meşekê hatin cihê çalakiyê û bi pankarta “Jin jiyan azadî” beşdarî çalakiyê bûn. 
 
Dê piştî çalakiya rûniştinê daxuyaniya çapemeniyê were dayîn.