Jinên Îzmîrî: Emê bi reng û dengên xwe li qadan bin

  • jin
  • 13:22 31 Tebax 2019
  • |
img

ÎZMÎR - Jinên Îzmîrî, diyar kirin ku ew ê bi deng û renge xwe li dijî qetîlkirinên jinan û tayînkirina qeyûman beşdarî mîtînga 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê bibin. 

Jinên Îzmîrî, diyar kirin ku ewê bi reng û dengê xwe beşdarî 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê ya li Qada Gundogdu bê lidarxistin bibin.  
 
Jina 64 salî Hezal Sûncak a li taxa Kadîfekale ya navçeya konak a Îzmîrê dijî, xwest ku aştiyek mayînde bê Tirkiyeyê û wiha axivî: “Ji bo rawestandin xwîna diherike ez li qadê bim.  Qeyûm tayînê şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê kirin. Li dijî hemû bêmafî û bêhiqûqiyê û ferzkirina qeyûm a li ser me emê têkoşîna xwe dewam bikin. Ezê destûr nedin ku vîna me tune bi hesibînin. Dîsa ez li dijî tundiya li ser jinê biçim qadê. Dema em biçûk bûn, bav û birayên me gelek tehdeyî li me kirin. Dema em zewicîn vê çarê jî em rastî tundiya hevjînê xwe hatin. Ger em dest bidin hev, emê bi ser bikevin. Em li bendêne ku hemû jin tevlî mîtingê bibin.”
 
‘JI BO RAWESTANDIN CÎNAYETÊN JINAN EMÊ BI HEVRE BIQIRÎN’
 
Guygu Beşer jî, da zanîn ku mirov li Tirkiyeyê bi awayekê azad nikarin xwe îfade bikin û wiha axivî: “Li welatê me her roja diçe cînayetên jinan zêdetir dibin. Ji tundiya jinê re êdî bese. Divê jin bijîn. Ji ber yên vê cîhanê xweşik dikin jinin. Bi taybetî, divê ji bo jinan Destûra Bingehîn bê guhertin. Ji bo vê ez bang li jinan dikim ku li Qada Gundogdu dengê xwe bilindtir bikin.”
 
‘BERÎ HER TIŞTÎ DIXWAZIM RÊZÊ BIDIN VÎNA MIN’
 
Sarya Aydin jî, diyar kir ku ewê di daxwazên xwe yên azadî û aştiyê de israr bikin û wiha got: “Berî her tiştî hêvî dikim ku 1’ê Îlonê bibe wesîleya azadî û aştiyê. Ez dixwazim hemû girtiyên siyasî bên berdan û bigihin azadiya xwe. Hêvî dikim ku êdî aştî were vî welatî. Berî her tiştî dixwazim rêzê bidin vîna min. Divê me ji bo pêşeroja xwe û zarokên xwe ji vê bêmafiyê re bêjin êdî bese. Ji ber vê di serî de jin û ciwanan vedixwînim qada mîtîngê. Divê hemû jin bi rengên xwe li qadan bin.”
 
‘GER AŞTÎ XWESTIN SÛC BE, EM VÎ SÛCÊ XWE QEBÛL DIKIN’
 
Hediye Korkut jî, bang li hemû jinan kir ku li Qada Gundogdû dengê xwe bilind bikin û wiha bilêv kir: “Ger aştî xwestin sûc be, em vî sûcê xwe qebûl dikin. Ez ji vê derê polîtîkayên qeyûm şermezar dikim. Em baş dizanîn ku ev ne demokrasiye. Ji ber ku em aştiyê dixwazin, bila kes me lewaz nebînin. Emê tu carî vê bêhiqûqiyê qebûl nekin. Emê hemû bi hevre têkoşîna vê yekê bidin. Emê serî netewînin. Li hemû deran emê bi berxwedanê qezenc bikin.”