Jinên girtî: Mafê me yê tedawiyê tê astengkirin

  • jin
  • 10:41 31 Tebax 2019
  • |
img

STENBOL - Girtiyên li Girtîgeha Tîpa L a Bakirkoyê, diyar kirin ku mafê wan ê tedawiyê tê astengkirin. Jinên girtî, anîn ziman ku mûayeneya bi kelepçekirî ferzî wan tê kirin û ji bo vê banga hestiyariyê li sazî û dezgehên mafê mirovan kirin. 

Jinên girtî yên li Girtîgeha Tîpa L a Bakirkyê, bi navbeynkariya malbatên xwe name şandin û bal kişandin ser pirsgirêkên li girtîgehê dijîn. Jinan, diyar kirin ku ew pirsgirêkên cîdî yên tenduristiyê dijîn û wiha gotin: “Divê em bên dermankirin, lê dermankirina me tê astengkirin. Ligel ku rewşa hin hevalên me pir girane jî, dermankirina wan tê astengkirin. Mafê me yê dermankirinê bi pêkanînên keyfî tê paşguh kirin.”
 
‘ME SEWQÎ NEXWEŞXANÊ NAKIN’ 
 
Jinan, dan zanîn ku ligel ku divê dibin çavderiya bijîjkan de bên dermankirin jî, lê ev yek nayê kirin û bi van gotinan behsa pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê kirin: “Hevalên me yên nexweşiyên wan ên zerikê (Hepatît B) û kronîk heyîn, divê her sê meh carekê bên dermankirin û li nexweşxanê di kontrolê re derbas bibin. Hevalên me Tenzîle Acar û Felek Gun nexweşiyê wan ên Zerikê (Hepatît B) hene. Her tim pirsgirêkan dijîn. Ligel vê jî sewqî nexweşxaneyê nayin kirin.” 
 
'QANÛNÊN TENDURISTIYÊ YÊN DEMKÎ BI CIH TÎNIN’
 
Jinan, dest nîşan kirin ku girtiyên jin ên rewşa wan giran dema dibin mûayenê, bi awayekê xerab tên pêşwazî kirin û wiha gotin: “Gardiyan û leşker kelepçeyê venakin. Di dema mûayenê de leşker ji odeyê dernakevin. Bijîjk vê rewşê dibin û dema mudaxile dike, dibêje ‘Ev kelepçe nayê vekirin, ji bîr neke ku tu girtiyî.’ Bi vî awayî qanûnên tenduristiyê yên demkî bi cih tînin.” 
 
'LI GORÎ PROTOKOLÊ TEVNAGERIN’
 
Jinan ragihandin ku tim mafê wan ên dermankirinê tê asteng kirin û ev tişt gotin: “Nabe ku girtiyên nexweş bi kelepçekirî bên dermankirin. Em girtiyên siyasî her tim di sewqên nexweşxanê de van pirsgirêkan dijîn. Ji ber ku hevalên me yên nexweş sewqî nexweşxanê nakin, her  ku diçe rewşa wan girantir dibe. Bi giştî gardiyan dibêjin ‘ger rewşek mirinê tune be, emê we nebin nexweşxanê.’ Dîsan di çûyîn û hatinên nexweşxanê de jî me pirsgirêkan dijîn.” 
 
BANG LI SAZIYAN KIRIN 
 
Jinan di dawiya nameya xwe de, bang li saziyî dezgehên mafên mirovan kirin ku li dijî vê bêhiqûqiyê bi hestiyar tevbigerin û xwestin hemû hemû kes dengê wan bibihîsin ku ewê tu carî van zextan qebûl nekin.