Di rûniştina yekemîn de 29 sal ceza li îstîsmara zayendî hat birîn

  • jin
  • 14:04 27 Tebax 2019
  • |
img
STENBOL - Mûhammad Vasif ku ji ber îstîsmarakirina zarokeke 5 salî dihat darazandin, di rûniştina yekemîn de 29 sal ceza lê hat birîn. Eren Keskîn ku bi gelek rêxistinên jinan re dozê şopand got ku vê carê biryareke ras hatiye dayîn. 
 
Mûhammed Vasif beriya çend mehan li navçeya Kuçukçekmeceyê ya Stenbolê tecawizê zarokeke 5 salî kiribû. Rûniştina yekemîn a doza Vasif, li 13'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Strenbolê hat dîtin. Rûniştina ku gelek saziyên jinan tevlî bûn, Vasif ku eslê xwe ji Pakistanê ye û li Girtîgeha Sîlîvriyê girtî dimîne jî lê amade bû. Rûniştina ku parêzerên zaropka 5 salî jî tevlî bûn, bi tespîtkirina nasnemeyê dest pê kir.
 
BERSÛC PARASTIN NEKIR
 
Bersûc Vasif ku ji bo parastinê mafê axaftinê girt, mafê xwe yê bêdengiyê bi kar anî û parastina xwe nekir. 
 
29 CEZA GIRT
 
Piştî parastina parêzvanan, heyeta dadgehê navbereke kurt da rûniştinê. Piştî navberê heyeta dadgehê biryara xwe aşkera kir û bi sûcdariya "Ji azadiyê bêpar hiştina kes" û "Îstîsmara zayendî ya biwesf" 29 sal ceza li Vasif birî. 
 
'VÊ CARÊ BIRYAREK RAST HAT DAYÎN'
 
Piştî bidawîbûna rûniştinê saziyên jinan li ber edliyeyê daxuyanî dan. Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn diyar kir ku li gorî daxwaza wan daraz zû bi dawî bûye û wiha got: "Hêvî dikim ku biryara hatiye ji bo dadgehên din jî bibe mînak. Vê carê biryareke rast dane."