'Her ku îktîdar diaxive kuştina jinan zêde dibin êdî bila bes biaxivin'

  • jin
  • 10:34 25 Tebax 2019
  • |
img
ENQERE - Piştî Emine Bulut hat qetilkirin, li gelek kolanên bajarên cuda yên Tirkiyeyê jinan bi dirûşmeya "Em naxwazin bimirin" çalakî li dar xistin. Nûnerên jinan bertek nîşanî gotina Berdevkê AKP'ê ya "Perpirsiyariya dikeve ser milê me emê bikin" dan û gotin "Êdî baweriya kesî bi van gotinan nayê. Berpirsiyarê kuştina jinan îktîdar bi xwe ye." 
 
Li Kirikkaleyê di 18'ê tebaxê de Emîne Bulut ji aliyê mêrê pêre hatibû zewicandin Fedai Baran ve li pêş çavan hat kuştin. Piştî Emîne Bûlut 4 sal berê Fedaî Bulut berda, Emine Bulut û keçên xwe li kafeyekê hatin cem hev. Fedai Baran ku hat cem wan Emine bi giranî birîndar kir û reviya. Emîne Bulut ku bi giranî birîndar bû li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Fedai Baran li pêş keça xwe ya 10 salî Emine Bulut kuşt. Beriya Bulut jiyana xwe ji dest bide "Ez naxwazim bimirim" Piştî dîmen hatin belavkirin bertekên jinan zêde bûn. Gelek nûner û rêxistinên jinan, akademîsyen, rewşenbir, hunermend û siyasetmedaran ev yek şermezar kir û xwestin êdî cînayetên jinan bi dawî bibin. 
 
Piştî bertek zêde bûn berdevkê AKP'ê Omer Çelîk got "Berpirsiyariya têkeve ser milê me emê bikin". Jiban bertek nîşanî vê helwesta AKP'ê û berdevkê AKP'ê dan û diyar kirin ku gotina wî ne ji dil e û wan îkna nake. Jinan li gelek bajaran çalakiyên girseyî li dar xistin û kuştina jinan şermezar kirin. Jinan di çalakiyan de gotin "Her ku îktîdar diaxive kuştina jinan zêde dibe. Bila êdî bes biaxivin" û bertekên xwe yên li dijî AKP'ê anîn ziman. 
 
DI SERDEMA AKP'Ê DE 15 HEZAR Û 205 JIN HATIN QETILKIRIN
 
Li gorî rapora Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Sezgin Tanrıkulu ya “Îhlala Mafên Jiyanê ya Jinan a li Tirkiyeyê"  ji roja AKP bûye îktîdar heta Adara 2019'an, 15 hezar û 34 jin hatine kuştin. Li gorî rapora Platforma Emê Cînayetên Jinan Rawestînin di navbera Adar û Tîrmeha 2019'an de, di Adarê de 27, di nîsanê de 36, di Gulanê de 37, di Hezîranê de 40 û di Tîrmehê de 31 bi giştî 171 jin ji aliyê mêr ve hatin kuştin. Di 18 salên îktîdara AKP'ê de 15 hezar û 205 jin hatin kuştin. 
 
Gotinên iktîdarê yên jinan wêde dike bêtir rê li pêş tundî û kuştina jinan vedike.
 
Di 20'ê Adara 2009'an de Wezîrê Maliyê Mehmet Şimşek, li Eskişehirê got "Ji ber ku jin li kar digerin rêjeya betaliyê zêde bûye." 
 
Di tîrmeha 2009’an de Serokwezîrê wê demê Recep Tayyip Erdogan di kongreya AKP'ê ya Enqereyê de der barê cînayeta Munevver Karabulut de got "Yên tenê bên hiştin an wê birevin cem zurnevan an jî wê biçin cem daholvan Di Tîrmeha 2010’an de jî dîsa di civînekê de got "Ez ji wekheviya jin û mêr bawer nakim." Di Adara 2011’an de di 16'emîn Kongreya Sendikaya Turk Metalê de got "Tundiya li dijî jinan pir zêde mezin dikin." 
 
Di sala 2012’an de Wezîrê Tenduristiyê Recep Akdag, têkildarî niqaşên kurtajê got: "Yên rastî tecawizê tên bila zarokên xwe biwelidînin. Hewce be dewlet wê mezin bike". Şaredarê Enqereyê yê wê demê Melih Gokçek jî got: "Ger ku dayik rastî tecawizê tê çima zarok bimire. Bila dayika zarok bimire" 
 
Serokê komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê û parlamenterê AKP'ê yê Sakarya Ayhan Sefer Ustun di Gulana 2012'an de got "Tecawizkar ji jina kurtajê dike bêtir masum e." 
 
Di sala 2013'an de Wezîra Polîtîkayênk Civakî û Malbatê Fatma şahîn jî got:  "Medya bûyeran zêde mezin dike. Hişê ku li dijî jinan tundî heye ava kirine." 
 
Di 28'ê tîrmeha 2014'an de Bulent Arinç di ziyareta cejnê ya Teşkilata AKP'ê ya Bûrsayê de got: "Ger ku jin be divê îffetlî be. Divê Mahremî-namahremiyê bizanibe." 
 
Di Adara 2015’an de dema Kampanya “Haydê keçikno biçin dibistanê" Endamê Meclisa Giştî ya Bajar ê AKP'î Erhan Ekmekçî, got "Dema jin bixwînin mêr jina pêre bizewicin nabînin." 
 
Dîsa Serokwezîrê wê demê Erdogan li Navenda Kongreyê ya Haliçê got “Peymana Stenbolê ne nas e. Dibe ku bê fesihkirin." 
 
Endama Platforma Jinan a Enqereyê Prz. Îlke Işik, têkildarî 18 salên îktîdara AKP'ê ya li dijî jinan û gotinên wê yên li dijî jinan nirxand. 
 
Işik bal kişand ser kuştina Emîne Bulut û wiha got: "Herî dawî kuştina  Emine Bulut nîşan da ku di 18 salên îktîdara AKP'ê de dixwaze jinê di nava malê de hepis bike. Di vê yekê de israr dike. Bi israr diyar dikin ku jin û mêr ne wek hevin. Argumanên politik û siyasetê li ser vê yekê ava dikin. Jinên ku ji bo Emîne Bulut  dadikevin kolanan jî heman tiştî dibêjin. Ev ne cînayeta "Hevjînê berê" û ‘Mêrê bi hêrs e." Bi salan e em heman tiştî dibêjn. Bi salan e îktîdara siyasî tundiya mêr sor dike. Mêr sor dike û jinan bê parastin dihêle. Dibêjin divê mafê jinan ê wekheiyê tune be. Zorê li jinan dikin ku dest ji mêrê tundiyê li dijî wê dike bernedin. Ev encama vê polîtikayê ye. Niha li Tirkiye bi milyonan jinên ku nikarin hevjînê xwe berdin ratî tundiyê tên. Dibe ku bibin qurbana tundiya mêrê xwe."  
 
‘EM NAXWAZIN BIMIRIN'
 
Işik, herî dawi anî ziman ku hemû jinên li vî welatî bi biryarek hevpar in û ku mafê xwe biparezîn û wiha bi dawî kir: "Wekî Emine jî got ‘Em naxwazin bimirin' Hesasiyeta me tevan yek e. Mijara gotinê mafê jiyanê ye. Ji bo em nemirin divê em bidin jiyandin. Em ê li mafê xwe yê zagonî xwedî derkevin û emê mafê xwe yê jiyanê biparêzin. Em ê li dijî feraseta mêrê serdest têbikoşin." 
 
MA/ Zemo Aggoz