‘Di cinayetên jinan de sedema sereke tê berevajîkirin'

  • jin
  • 09:17 25 Tîrmeh 2019
  • |
img

AMED – Endama Komeleya Jinê ya Rozayê Narîn Gezgor, bilêv kir ku bi piranî cinayetên jinan bi asta bîbiriyê ya zilam ve tê girêdan û got, ev rewş sedema sereke ya berpêbûna ber bi jinê ve berevajî dike. 

Li Amedê, di du mehên dawî de 3 jin ji aliyê zilaman ve hatin kuştin. Di 19'ê Gulanê de Parêêzer Muzeyyen Boylû Issi ji aliyê hevjînê xwe Mesût Issi ve, di 26'ê Gulanê de polîs Merve Unal ji aliyê polîs Mûharrem Y. ve û di 2'yê Hezîranê de jî Aygyl G. ji aliyê hevjînê xwe Recep G. ve hat kuştin. 
 
Endama Komeleya Jinê ya Rosayê Narîn Gezgor, destnîşan kir ku di 5 salên dawî de cinayetên jinan û şideta li hemberî jinê zêde bûye û êdî ev veguheriye polîtîkayeke dewletê. 
 
Gezgor, destnîşan kir ku ji hêlekê ve destkeftiyên jinan tên xespkirin û li hêlekê jî di cinayetên jinan de polîtîkayên bêcezatiyê pêk tên û zilam cesaretê ji vê yekê û pergalê digire. 
 
SEDEMA SEREKE TÊ BEREVAJÎKIRIN' 
 
Gezgor, estnîşan kir ku cinayetên jinan bi piranî bi asta bîrbiriyê ya zilam ve tê girêdan û got: "Feraseta; zilamê pirsgirêka wî ya aborî hebe jinêq etil dike, zilamê nebîrbir be jinê qetil dike, zilamê nexwende jinê qetil dike... Ev nêz,kat, sedema sereke ya berpêbûna ber bi jinê ve berovajî dike. Li Amedê herî dawî bijîşkekî hevjîna xwe ya parêzer qetil kir. Zilam, baş dizanibû di dema vê îktîdarê de qanûn hatine binpêkirin û şidet û cinayeta li hemberî jina  wê bê ceza bimîne." 
 
Gezgor, destnîşan kir ku di dema îktîdara AKP-MHP'ê de cinayetên li hemberî jinan tên rewakirin û rê li ber wan tê vekirin û bi vê nêzîkatiyê zilam tê xelatkirin û ev yek jî veguheriye polîtîkayeke dewletê. Gezgor, got: "Têkoşîna azadiyê ya jinê, gelek destkeftî bi dest xistine. Li hemberî van destkeftiyan, beden û nasnameya jinê êrîşên pir cidî hene. Ev yek jî nîşan dide ku li hemberî jina ku serî natewîne bêtehemuliyek heye. Dixwazin civakeke nezan û hem beden û hem jî nasnameya wê tê dagirkirin biafirînin. Em behsa ceribandineke 5 hezar salan dikin. He rwiha ev ceribandina 5 hezar salî di mêr de jî heye. Loma ev êrîş ne êrîşên ji rêzê ne. Divê wekî tiştekî ji rêzê esas neyê girtin." 
 
‘BI POLÎTÎKAYÊN ŞERÎ RE ŞIDET ZÊDE BÛ' 
 
Seroka Komeleya Jinê ya Rosayê Adalet Kaya jî , destnîşan kir ku 5 sal in ji ber polîtîkayên şerê taybet şidet sîrayetî her derê civakê kiriye. Kaya, bilêv kir ku li hemberî vê şideatê di warê siyasî û hiqûq de têkoşînek jî heye. 
 
Kaya, destnîşan kir ku sedemeke cinayetên jinan jî nepêkanîna qanûnên heyî ye û kêmkirina cezayê kiryar e. Kaya, diyar kir ku ev yek jî dibe sedema ku her roj hejmara jinên tên kuştin zêde bibe. 
 
Kaya, bal kişand ser mirinên bi gumanbar ên jinan ên di demên dawî de û got: "Jin li hemberî vê bêçaretiya ku pergalê afirandiye têdikoşin. Armancake me ya sereke jî ew e ku em xwe bigihînin jinên ber bi întiharê ve tên şandin. Di nav civakê de 'bêçaretî' hînî jinê hatiye kirin, lê belê ji bo ev yek ji holê bê rakirin û jin xwe bihêz xurt bike û xwe tenê hîs neke em dibêjin 'em jin li vira ne.'" 
 
MA / Arjin Dilek Oncel