Platforma Yekitiya Jinên Kurd ji NY re name şend

  • jin
  • 10:38 12 Tîrmeh 2019
  • |
img
AMED - Platforma Yekitiya Jinên Kurd , li dijî polîtîkayên tundî, mudaxile û dagirkirina dewleta Tirk a axa herêmê ji partiyên siyasî û Neteweyên Yekbûyî (NY) name şandin û xwest pêşiya polîtîkayên şer û pevçûnê li herêmê bê bigirin.
 
Platforma Yekitiya Jinên Kurd , daxuyaniyek weşand û diyar kir ku wan derbarê polîtîakyên Tirkiye û Îran, Iraq û Sûriye ya dibin navê “Hevgirtina axê” de mudaxileyî herêmê dikin de ji partiyên siyasî yên Kurdistan û Tirkiye û Neteweyên Yekbûyî (NY) re name şandin. Platforma jinan, diyar kirin ku armanca wan ew e ku aştî û diyaloga di navbera Kurdan mezintir bibe. 
 
Platforma Jinan, da zanîn ku ewê tu carî rewşa şer a heyî qebûl nekin û ewê tim bangên xwe li dijî vê yekê dewam bikin. Berdewamiya daxuyaniyê wiha ye:
 
Berfirehiya daxuyaniya platforma jinan wiha ye: “Em wekî Platforma Jinên Kurd a Yekbûyî û wekî jinên kurd ên xwedî nerînên cihana cuda û xwedî ferasetên siyaseta cuda hatin cem hev, armanca bingehîn ew bû ku ewil em di nava Kurdan de aşti û diyalogê pêş bixin. Me xwest piştgiriyê bidin diyalog û aştiya nava Kurdan. 
 
Me nameyek ji partîyên Siyasî yên Kurdistan, Tirkiyeyê û dewletên Yekbuyî (DY) re şand ku em vê rewşa tu car qebûl nakin û ne qedera me ye. Em ê ji îro pê ve jî banga xwe bidomînin. Îro welatên ku gelê Kurd jî di nav de di pêvajoyek pir hesas re derbas dibin. Iraq û Sûriye êdi wekî berê nikarin wekî du bajaran bimînin. Tirkiye û Îran ên li hemberî vê rewşê ketine nava teşqeleyê li hemberî van geşedanan ne pir kêfxweş in. 
 
POLÎTÎKAYÊN ŞER HERÎ ZÊDE BANDORÊ LI JINA DIKE 
 
Ji ber vê  yekê hewldanên van herdu welatan ên ji bo Iraq û Sûriyeyê ji nû ve dizayn bikin, pirsgirêkên heyî bêtir mezin dikin. Ev yek jî bixwaze nexwaze destûr dide ku hêzên mezin têkevin nava kar. Mudaxaleyên Îran û Tirkiye yên li ser navê “Yekîtiya axê” ya Iraq û Sûriyeyê ji dervê welatên navborî li Tirkiyeyê jî bûye sedema şer û êşên giran. Wekî ku di dîrokê de her dem em bûne şahide vê rewşê, di vê serdemê de jî dîsa em di pêvajoyek wisa re derbas dibin. Polîtîkayên şer û pevçûnê yên heyî herî zêde tesîrê li me jinan dikin. Heta talûkeya “Xwişk û Birakujiyê” jî bi xwe re tîne.
 
GUH BIDIN DENGÊ ME JINAN
 
Di nava şer de herî zêde jin û zarok mexdûr dibin. Em wekî jinên Kurd qet tu carî vê yekê wekî qederê pênase nakin û nabînin. Em der barê pêşketinên siyasî yên li ser navê me tên meşandin û bandorê li ser me dikin de dixwazin bibin xwedî gotin. Bi taybetî li dijî polîtîkayên ku dixwazin gelê Kurd di navbera xwe de li hemberî hev polîtikayên tundiyê pêş bixin re bêjin “Bes e”. Em bawer dikin ku mafê gelê Kurd ê demokrasi û netewebûnê di diyalog û polîtîkayên aştiyane yên navxweyî re derbas dibe. Li ser vî esasî, em dixwazin hemû aktorên polîtîk ên Kurd guh bidin dengê me. Em car din tînin ziman ku wekî jinên Kurd ji bo vê diyaloga aştiyê pêş bixin em ê dem bi dem van bangên xwe berdewam bikin.”