'Zewicandina zarok a bi tecawizkar re mantiqa navbeynkariyê ye'

  • jin
  • 09:07 5 Tîrmeh 2019
  • |
img

AGIRÎ - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dîrayet Dîlan Taşdemîr, ji bo bûyera tecawizê ku li Bazîdê mamosteyekî tecawizî zarokeke 12 salî kiribû û hatibû xwestin mamoste bi zarok re bê zewicandin, diyar kir ku ev feraseta mantiqa navbeynkariyê ya AKP'ê ye.

Li Bazîdê ya Agiriyê, di 12'ê Gulanê de li dibistaneke seretayî mamoste H.K. tecaiwîzî xwendekara xwe B.K. a 12 salî kiribû. Piştî B.K. û malbata wê gilî kir mamoste H.K. hat girtin. Lê Peywirdarên Midûriyeta Perwerdehiya Netewî, keyayê gund û melayê gund ê berê hewl dabûn ser bûyerê bigirin. Piştî H.K. girtin û şandin girtîgehê, zarok jî ji bo parastinê ji aliyê Midûriyeta Malbat, Xebat û Xizmetên Civakiyî ya Bajêr ve hat girtin. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê û Parlementera Agiriyê Dîrayet Dîlan Taşdemîr, têkildarî vê pêşnûmepirsek berpêşî meclîsê kir. Taşdemîr, bilêv kir ku ev bûyer ji ber polîtîkayên hikûmetê pêk hatiye. 
 
'SER BÛYERÊ TÊ GIRTIN' 
 
Taşdemîr, destnîşan kir ku di bûyerên îstismarkirin û tecawizkirinê de tu gavên ji bo parastina jin û zarokan nayên avêtin. Taşdemîr, diyar kir ku bêtir ser bûyerên bi vî rengî tên girtin û helwesteke ku kiryaran diparêze heye.
 
MANTIQA NAVBEYNKARIYÊ
 
Taşdemîr, ji bo pêvajoya darazê ya di bûyerên bi vî rengî de jî diyar kir ku dadger û navbeynkarên daxilî nav bûyerê dibin, bi piranî di leha zarok û jinan de biryaran digirin û bûyera li Bazîdê bi bîr xist. Taşdemîr, destnîşan kir ku bûyera li Bazîdê di civakê de bûye sedema bertekeke mezin û got: "Ê ku ev tişt kiriye mamosteyek e. Bi awayî bi ser gund de diçin. Nexasim jî kesên wekî mele û keya dikevin navberê û dixwazin zarok bi mamoste re bê zewicandin. Ji dêvla zarok û jin bê parastin, bi helwesta ku ser bûyerê bigirin tev digerin. Siyaseteke bi vî rengî hat kirin. Pêşnûmayên qanûnî yên ji bo lêkolînkirina pirsgirêkên malbatan hat Meclîsê. Bi awayekî cidî bingeha vê yekê hat amadekirin. Jixwe ev mantiq, mantiqa navbeynkariyê ye. Û ev mantiq tam mantiqa polîtîkayên siyaseta AKP'ê ye. Ji ber vê divê mirov ji bo navbeynkariya mele û keya neheyire. Çimkî dixwazin mekanîzmayeke bi vî rengî bikin qanûn û bi vî awayî pirsgirêkan çareser bikin. Saziyên navbeynkariyê tiştekî bi vî rengî ye." 
 
MEKANÎZMAYÊN PIŞTEVANIYÊ
 
Taşdemîr, destnîşan kir ku di bûyera Bazîdê de kêmasiyên mezin rû dane û got: "Navê zaro, cihê lê dijî hatin teşhîrkirin. Diviya wisa nebûna. Rêbaza têkoşîna li hemberî van pêkanînan, ew ku îktîdar biguhere û têkoşîna li dijî polîtîkayên dijminahiya jinê dikin. Her wiha bia wayekî çalak rêxistinbûyîn û di navbera jinan de avakirina mekanîzmayên piştevaniyê."