Krîzê bandor li dezgehên karên destkariyê jî kir

  • jin
  • 09:18 3 Tîrmeh 2019
  • |
img

BEDLÎS - Li Tetwanê, jinên ku bi destkariyê zendik, ristik û tiştên honandinê dikin û li ser dezgehan difiroşin, ji ber krîza aborî rewşa karê wan nebaş e. 

Li Tetwan a Bedlîsê, jinên li ser kolana herî qelebalix û li peravê zendik, ristik û tiştên honandinê yên çêdikin û wan li ser dezgehan difiroşin, pê debara xwe dikin. Jinên karên destkariyê dikin sibehê zû radibin û dest bi karên xwe dikin. Jinan, diyar kir ku krîza aborî tesîr li dezgehên wan jî kiriye. Jinan, destnîşan kir ku ger krîz dewam bike ew ê ji mecbûrî dezgehên xwe bigirin. 
 
Zeynep Rajabî ku zendik û ristikan difiroşe, her sibeh li peravê dezgeha xwe vedike. Rajabî, anî ziman ku heta derengê şevê dixebite û got, krîza aborî etsîr li wan jî kiriye. Rajabî, bilêv kir ku ji ber her tişt biha bûye wan jî amûrên aksesuarî hinekî biha kiriye. 
 
‘HEVJÎNÊ MIN JÎ DIXEBITE LÊ TÊR NAKE' 
 
Rajabî, diyar kir ku ristikên ku berê wan bi 10 lîreya difirot niha bi 15 lîreyan difiroşin. Rajabî, anî ziman ku gel tenê tê li dezgehan dinere û diçe û got: "Carinan em dev ji keda xwe berdidin û bi erzanî difiroşin. Bi tu awayî heqê keda me bi destê me nakeve. Berê kar baş bû. 3 zarokên min hene û dixwînin. Hewl didim mesrefên wan derxînim. Hevjînê min jî dixebite; lê dîsa jî em nikarin debara xwe bikin. Ji bo her kesî jiyan zehmet bûye. Li dezgehan dinerin lê nikarin tiştên dixwazin bikirin. Destê wan ber bi bêrîka wan ve naçe. Çimkî bi wan re tune ye. Wê ev yek heta kuderê dewam bike em nizanin. Divê ev rewş bê çareserkirin." 
 
Fatma Demîr ku li kolana herî qelebalix a Tetwanê dezgehê xwe vedike, tiştên xişrî, lûfik û tiştên honandinê difiroşe. Demîr, anî ziman ku roj heye bêyî tiştek jî bê bifortin dezgeha xwe digire. Demîr, bilêv kir ku tiştên ew çêdike bala mirovan dikişîne lê belê rewşa karê wan qet nebaş e. Demîr, got: "Ez ji karê xwe hez dikim. Muhtacî kesî nabim. Lê belê rewşa karê me nebaş e. Her çend berên min bala mirovan dikişînin jî lê car heye bêyî tiştek bi destê min bikeve dezgeha xwe digirim. Wexta tiştek neyê firotin ez jî dezgeha xwe digirim."