Serokê AKP’yî heqaret li Mînaz a HDP’î kir

  • jin
  • 16:14 2 Tîrmeh 2019
  • |
img

WAN - Salîh Akman ê AKP’î yê YSK’ê mazbata Yilmaz Berkî û Ayşe Mînaz ên HDP’î ku ji bo Hevşaredariya Tûşbayê hatibûn hilbijartin da yê, di civîna meclîsê ya duh hat lidarxistin de, heqaret li Mînaz kir.  

 
Hevşaredarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên navçeya Tûşba yê Wanê Yilmaz Berkî û Ayşe Mînaz di hilbijartina 31'ê Adarê de bi 52 dengan habitûn hilbijartin, lê Desteya Hilbijartina Bilind bi hinceta bi KHK’ê hatin îxraç kirin, mazbata her du hevşaredaran dabû Salih Akman ê AKP’î. Di civîna meclîsê ya duh hat lidarxistin de, Akman ê AKP’î heqaret li hevşaredar Mînaz kir. 
 
Meclîsa Jinan a HDP’ê derbarê bûyerê de, li avahiya partiyê daxuyanî da çepmeniyê û bertek nîşan da. Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe û gelek endamên meclîsa jinê tevlî civîna çepemeniyê bûn. Li ser navê jinan Hatîce Kiye daxuyanî da. 
 
'EM HEQARETAN QEBÛL NAKIN’
 
Kiye, bal kişand ser polîtîkayên tundiyê yên li dijî jinan ên desthilatdariya AKP’ê û wiha axivî: “Em weke meclîs jinê tu carî heqaretên Salih Akman ê AKP’î qebûl nakin. Di şehxê hevşaredara me ya hat hilbijartin de, divê ji hemû jinan lêborînê bixwaze.”
 
Piştî axaftinê daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya “jin jiyan azadî” bi dawî bû.