Parêzer Kûnt: Divê em ji bo mafê nefeqeyê têbikoşin

  • jin
  • 09:24 2 Tîrmeh 2019
  • |
img

WAN - Parêzer Dîlan Kûnt, diyar kir ku ji bo mafê nefeqeyê yên jinan bi tu awayî neyên sînordarkirin divê rêxistinên civaka sivîl bi her awayî tev bigerin û got: "Em ê destekeftiyên xwe ji dest bernedin. Ji bo vê jî em ê heta dawiyê têbikoşin." 

Hikûmetê careke din mijara nefeqeyê xist rojeveê. Rêvebera Navenda Giştî y Komeleya Hiqûqnasên ji Bo Azadiyê (OHD) û Endama Baroya Wanê Parêzer Dîlan Kûnt, mijara nefeqeyê nirxand. Kûnt, anî ziman ku li Tirkiyeyê mafê efeqeyê pêkanîneke qanûnî ye û piştî devjihevberdnê ji bo jina dikeve dewrê. Kûnt, anî ziman ku sedemên vê yên aborî, hêz, berpirsiyariya ji bo zarok hene û dadgeh ji bo jin xian nebin nefeqeyê dide. 
 
'DIXWZIN DESTEKEFTIYÊN JINAN JI DEST WAN BISTÎNIN' 
 
Kûnt, destnîşan kir ku hikûmet di ser "deste û komeleyên bavên dev ji hevjînên xwe berdane" nefeqeyê nîqaş dike û got: "Paşê hikûmet dibêje 'Lê biner zêde pêdivî pê heye. Divê em qanûnekê çêbikin û vê yekê sererast bikin.' A rast, ev polîtîkayeke hikûmetê ye ku li ser jinê pêk tîne. Dixwaze vê polîtîkayê li nav civakê belav bike û bibêje pêdivî pê heye û li gor wê qanûnekê çêbike. Mesele em bêjin dayikek heye û zaroka wê 3 salî ye. Dev ji hevjînê xwe berdaye. Lê nefeqeyê nastîne. Belê, dayik dikare bixebite. Lê wê dayik vê zaroka xwe ya 3 salî deyne kuderê? Ji bo vê çareyek heye? Na. Divê ji bo zarok kreşek hebe. Lê ev kreş nebelaş in. Polîtîkayeke dewletê ya bi vî rengî heye? Na. Yanî ev bi her awayî polîtîkayeke feraseta baviksalarî ye. Bi vî awayî dixwazin destekeftiyên jinan ji dest wan bistînin. Ji ber ev mijar ji bo tevgera jinê girîng e, em ê nehêlin destkeftiyên me ji dest me bigirin. Ji bo vê jî em ê heta dawiyê bitêkoşin." 
 
'JI BO JINA ŞERT Û MERCÊN XEBATÊ' 
 
Kûnt, diyar kir ku li gorî daneyên 2014'an çn TUÎK'ê rêjeya îstihdamê ya jinê 29 ji sedî ye û got: "Mixabin zilam dixebite, jin jî li malê li zarok, dayikeke extiyar û li bavekî mêze dike. Paqijî, kinc, xwarin... Profîleke jinê ya mehkûmî vê yekê hatiye kirin heye. A rast jin vê pergalê qebûl nakin. Ji bo jin karibe bixebite divê şert û mercên guncan bên peydakirin. Heta ev şert çênebin em ê çawa 'jin dikare bixebite, çima naxebite?' lê ferz bikin?" 
 
Herî dawî Kûnt destnîşan kir ku  ji bo mafê nefeqeyê yên jinan bi tu awayî neyên sînordarkirin divê rêxistinên civaka sivîl bi her awayî tev bigerin û got: "Em ê destekeftiyên xwe ji dest bernedin. Ji bo vê jî em ê heta dawiyê bitêkoşin."