‘Em armanc dikin xwe bigînin hemû jinên hewldêr

  • jin
  • 09:08 10 Hezîran 2019
  • |
img

AMED – Berdevka Meclîsa Jinan a DTSO Sevîm Vural, diyar kir ku armanca wan ewe ku bêtir keda jinê bê xuyakirin û parastin û wiha got: "Em dixwazin erk û hêza jinê xurt bikin. Emê xwe bigînin hemû jinên hewldêr û kedkar." 

Di nava odeyên bazirganiyê yên li Tirkiye de Meclîsa Jinan yekem car di bin baneya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) de hat avakirin. Di hilbijartina 27'ê Nîsanê de meclisa ku ji 48 endaman pêk dihat hat avakirin. Di 23'ê Gulanê de yekem civîna meclîsa xwe li dar xistin. Meclîsa Jinan a DTSO'yê di civîna ewil de rêveberiya ji 11 kesan pêk tê ava kirin. Meclîsa jinan piştî civînê dest bi xebatê kirin û armanc dikin ku berî her tiştî xwe bigînin jnên hewldêr û kedkar yên bi debar û aboriyê eleqeder dibin. Dixwazin ku jinên xizmet û kedê didin, ked û xizmeta wan bi awayekî baş û serkeftî bê dîtin. Meclîsê ji bo xebatên plan kirine ji DYA hîbe girt. 
 
‘LI MÎNAKÊN CÎHANÊ NERÎN 
 
Berdevka Meclîsa Jinan a DTSO'yê Sevim Vural, der barê xebatên meclîsa jinê de agahî da û wiha got: "Em armanc dikin ku ked û hewldana jinê bê dîtin û encam bigire. Em dixwazin ked, debar û hewldana wê xurt bikin. Ev xebat wê rola zayenda civakî pêş bixe. Wê êdî jin di qada aborî û debarê de bê dîtin. Ked û hewldana wê dê bê dîtin. Beriya em Meclîsa Jinan a DTSO  ava bikin me li mînakê cîhanê nerî. Me li xebatên cîhanê û rêziknameyên van xebatan nerî. Em van xebatan di bin baneyê meclîsa jinan de pêş dixin. Em dixwazin bi Meclisa Odeya Bazirganiyê re giredayî xebatê bikin. Ji xwe rêziknameya me jî li ser vê esasê hatiye avakirin. Piştî me rêzikname amade kir me takvîma hilbijartinê ava kir. Piştî me rêveberiya meclîsê ava kir, me Komîsyona Hewldana Jinê Pêş Dixe, Komisyona Projeyan Pêş Bixe û Belav bike, Komîsyona Derdorê, Komîsyona Perwerdehiyê û gelek komisyonên din ava kirin."
 
Vural, da zanîn ku wê bi hevalên xwe yên Odeya Bazirganiyê re di hemû xebatan de bi hevre bin û wiha lê zêde kir: "Ger ku xebatek der barê jinan de hebe wê ewil hedef ji bo jinê be. Di organizasyona fuarê û hemû xebatên li Amedê hatin kirin de hevalên me yên meclîsê di navde cih girtin. Hevalên me wê di hemû xebatan de cih gibirin. Em dê hêz û cesaretê bidin hevalên xwe û wan teşwîkî hewldanê bikin. Ji bo di nava xebatên rêxistinên pîşeyî de bibe biryar û biryarê bistîne, xebatên me yên piştgirî, lobî û teşvikê bên kirin. " 
 
Vural, heri dawî bang li hemû jinên kedkar û hewldêr kir ku di nava xebatên wan de cih bigirin û wiha bi dawî kir. "Jin bi hevre bi hêz in. Dema em bi hevre bin emê bêtir bi hêz bibin. Emê xwe bi rêxistin bikin û di nava beşên biryarê de cih bigirin. Em dixwazin êdî jin li pişt nemîne û di nava biryarê de cih bigire. Em dixwazin xwe bi rêxistin bikin û di nava biryarê de cih bigirin. Em dixwazin bi jinên hewldêr û kedkar re tev bigerin. Em ê xwe bigînin hemû jinên hewldêr bi vîn û biryar. Em ê li Amedê bi jinên di nava rêxistin, komele û saziyan de têkilî û hevkariya xwe xurt û berdewam bikin. Ji bo em ji cerebeyên hevalên xwe sûdê bigirin em ê Lijneya Îstişareyê ya Bilind ava bikin." 
 
MA / Ruken Demîr