Ji bo Berfîn a ku kezav avêtin ser çavê wê kampanya

  • jin
  • 09:28 30 Nîsan 2019
  • |
img

HATAY - Li Îskenderûnê zilamekî kezav avêtibû ser çavê Berfîn Ozek û ser çavê wê şewitîbû. Jinan ji bo Ozekê bi dirûşmeya "Dema em bi hev re bin em xurtir in" kampanyayek dan destpêkirin. Ji bo neqla serçav 390 hezar lîre ji bo Ozek lazim dike û jinan ji bo alîkariyê bang li her kesî kirin. 

Li Îskenderûn a Hatayê, Casim Ozan Çeltîk di 15'ê Çileyê de kezav avêt ser çavê Berfîn Ozekê. Ser çavê Ozekê giş şewitî. Platforma Jina ya Îskenderûnê ji bo Ozekê bi dirûşmeya "Em hev re xurtir in" kampanyayek da destpêkirin. Kampanya li ser medyaya civakî hat destpêkirin. Endama platformê Parêzer Mehtap Sert, der barê kampanyayê de agahî parve kirin. 
 
‘GEF LÊ HATIN XWARIN' 
 
Sert, diyar kir ku Ozek keça malbateke ji Amedê ye, bavê wê betal e û diya wê dixebite û debara malbatê dike. Sert, bilêv kir ku Ozek dixwae bibe hemşîre lê belê zilamê bi navê Çeltîk êrîşî wê kiriye û jiyana wê tarûmar kiriye. Sert, got. "Zilam meyldarê şidetê ye. Gelek caran bi mirinê gef li Ozekê xwariye. Carekê kulm avêtiye ser çavê wê. Di dema êrîşê de Berfînê xesp kiriye û kezav avêtiye ser çavan. Niha Çeltîk hatiye girtin." 
 
Sert, bilêv kir ku polîsan lêpirsîn kiriye, lê belê Çeltîk sûc qebûl nekiriye, lê belê li ser pantorê wî asîta sulfirîk hatiye etspîtkirin. Sert, diyar kir ku niha bûyer di asta lêpirsînê de ye, lê belê divê rojek berî rojekê doz bê vekirin. 
 
'DESTEKÊ BIDIN' 
 
Sert, anî ziman ku piştî malbat serî li wan daye, wan wekî Platforma Jina ya Îskenderûnê kampanya daye destpêkirin. Sert, diyar kiriye heqê tedawiya Ozekê 390 hezar lîre e û got: "Ji bo kampanya li tevahiay Tirkiyeyê derbasdar be em li benda pesendkirina Wezareta Tenduristiyê ne. Divê neqla ser çav bê kirin. Lê belê malbat malbateke pir xizan e. Niha ji bo heqê rê me li Cemxaneya îskenderûnê çalakiyek çêkiriye. Armanca me ew e em bi vê kampanyayê pereyan bidin ser hev û serçavê Ozekê tedawî bikin. Wê Halûk Levent ji bo piştevaniyê konsertekê li dar bixe. Wê Parlementera HDP'ê Hatîm Tulayogûlalri mijarê têxe rojeva meclîsê. Em bang li her kesî dikin ku destekê bidin me." 
 
MA / Hamdullah Kesen