Wê jinên kedkar li dijî kedxwariyê dakevin qadan

  • jin
  • 09:24 30 Nîsan 2019
  • |
img

WAN - Jinên kedkar ên hatin îxrackirin, li dijî kedxwariyê bang li hemû kedkaran kirin ku di 1'ê Gulanê de li Parka Mûsa Anter bin. 

Wê Platforma Şaxên Konfederasyina Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Wanê, Şaxa Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Sekreteraiya TMMOB a Wanê, Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê wê 1'ê Gulanê li Parka Mûsa Anter pîroz bikin. Kedkarên jin ên hatin îxrackirin hemû kedkar vexwandin mîtînag 1'ê Gulanê. 
 
'LI DIJÎ KOLETIYÊ'
 
Hevseroka Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê (SES) a Wanê Fatma Arslan, got: "Piştî îxrackrinê em bêtir hay ji hêza xwe çêbûn. Belê, xwestin me di warê aborî de bifetisînin lê me bersiveke baş da pergalê." Arslan, anî ziman ku ew ê li dijî krîza aborî, koletî û xespkirina kedê têdikoşin û got: "Li Tirkiyeyê ji ber krîza aborî keda kedkaran tê binpêkirin. Kedkar dia steke koletiyê xizmetê dikin. Ji bo em bersiva van pêkanînan bidin, divê em di 1'ê Gulanê de dakevin qadan." 
 
Endam SES2ê Mesûde Demîr jî, destnîşan kir ku li dijî îktîdara ku dixwaze dîroka jinan tune bike dev ji têkoşînê bernadin û got: "Em li hemberî ruyê tarî yên jiyanê têddikoşin. Em tirsa xwe evdiguherînin wêrekiyê. Ji beriya berê de jin kedkarên rasteqîn ên vê gerdûnê ne. Loma divê em di 1'ê Gulanê de li qadan bin." 
 
Hevseroka Şaxa TUM BEL-SEN a Wanê Eylem Ûca jî, anî ziman ku piştî hatine îxrackirin jî qad neterikandine û got: "Em ê li dijî kedxwariyê û tunekirina karker û kedkaran li qadan bin. Em ê têkoşîna karker û kedkaran wek cejnekê pîroz bikin." Ûca, di 1'ê Gulanê de her kesî vexwand Parka Mûsa Anter.