Qeyûm bi polîsê ji tacîzê dihat lêpirsînkirin re xebitî

  • jin
  • 09:12 29 Nîsan 2019
  • |
img

MÊRDÎN – Piştî ku qeyûm tayînî Şaredariya Mêrdînê hat kirin, polîsek li MARSU’yê wezîfedar kiribûn ib hêceta jinan tacîz kiriye wî xistibûn ber lêpirsînê. Lê tevî lêpirsînê jî polîs tê xebitandin. 

Di 16’ê mijdara 2017’an de Wezareta Karê Hundir qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê kiribû. Piştî tayînkirina qeyûm gellek polîs li yekîneyên cuda yên şaredariyê hatin wezîfedarkirin. Ji polîsên li Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Mêrdînê (MARSU) hatin wezîfedarkirin derkhet holê ku E.U. jinên li wir dixebitin tacîz kiriye. Hat zanîn ku E.U. bi rêya telefonê li gellek jinên personelên MARSU’yê geriyaye û teklîfên zayendî ji wan re kiriye. 
 
JINEK SERÎ LI DOZGERIYÊ DA 
 
Personelek jin a bi tacîzê re hevrû ma da zanîn ku polîs E.U. gellek jinan tacîz kir û bi endîşeya dê wan ji kar biavêjin kesî gilî nekir. Ji personelên jin G. hevdîtinek telefonê ya di dawiya 2018’an de pêk hat qeyd kir û û bi vê qeydê çû Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê derbarê polîs de giliyê sûc kir. 
 
Dozgeriyê lêpirsîn da destpêkirin û hat zanîn hêj lêpirsîn didome. Polîs E.U. tevî gilîkirinê jî hem polîsiyê dike û hem jî wezîfeya wî ya li şaredariyê didome. 
 
Xebatkaran derbarê lêpirsîna polîsê tacîzkar de Hevşaredar Ahmet Turk û Fîgen Altindag agahdar kirin. Li ser vê yekê hevşaredaran dawî li karê E.U. anî.