Ji resamên jin ên Îranî peşengeh

  • jin
  • 10:35 22 Adar 2019
  • |
img

STENBOL – 7 resamên jin ên Îranî "Pêşengeha resamên jin ên Îranî" vekirin. Jin bi van wêneyên pêşengehê dixwazin balê bikişînin ser cudakariya zayendî ya civakî. Ressam Farzaneh Bakhshi got: "Min jina ku li gorî dilê xwe porê xwe berdaye xêz kir." 

7 jinên resam yên Îranî, li pasaja Moda Galerî ya Stenbolê, "Pêşengeha resamên jin ên Îranî" vekirin û bi hezkirinên xwe yên hunerê re hatin cem hev. Jinan pêşengeha, di 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de vekirin. Pêşengeha li Atolyeya Resîmê ya Prof Dr. Hamîd Namdar hatiye veririn ji wêneyên 7 jinên resam ên Îranî pêk tê. Jinên resam bêtir cih dide rewşa jiyana jinên Îranî û cudakariya zayendî. Pêşengeh dê heta 1'ê Nîsanê vekirî bimîne. Wêneyên di pêşengehê de dê piştre derxin firotinê. Ji jinên Îranî yên 2 sal berê li Tirkiye bi cih bûn, Farzaneh Bakhshi (48) der barê pêşengehê de agahî dan. Bakhshî, diyar kir ku berê jî li Tirkiye pêşengehê tekakesi vekir û wiha got:  Min li Îranê mamostetiya resîmê kir. Ji ber ku zarokên min li vir dibistanê dixwînin, ez hatim Stenbolê. Dîsa ji ber ku hunermend bêtir li vir xwe rehet hîz dikin hatim Stenbolê. Min li Îranê zêde nikarîbû xwe pêş bixim. Li vir derfet baştir in. 
 
'MIROV NIKARE AZAD BI AFIRÎNE'
 
Bakhshî, da zanîn ku hunermend dikarin li Îranê pêşengehan vekin, lê di bin sînor û sonsurê de dikarin pêşengehan vekin. Ev bêtir mirovan di milê afirandinê de paşve dixe. Mirov nikare azad li wir bi afirîne. Bakhskî, da zanîn ku di vê pêşengehê de 30 tablo hene, lê tenê du tablo yên wî ne û wiha got: "Gelek rol û berpirsiyariyê li ser jinê bar dikin. Min xwest bi xêzên xwe vê yekê bînim ziman. Di tabloya din de jî dema keça min li Îranê digeriya dixwest azad porê xwe veke û bigere. Digot 'Ez dê kengî porê xwe ber bi bade berdim. Ev mînaka herî balkêş a azadiyê ye. Min jina ku li gorî dilê xwe porê xwe ber ba dike xêz kir. 
 
MA / Necla Demir