'Bereket Ana'ya Zeytînkoyê, niha jî hewl dide bibe keyaya gund

  • jin
  • 09:28 20 Adar 2019
  • |
img

ÎZMÎR - Gullu Karadag ku di gelek çalakiyên ekolojîk de cih digire û li Zeytînkoyê wekî "Bereket Ana" tê naskirin, behsa projeyên xwe yên ji bo keyatiyê kirin. 

Li gundê Zeytînkot ê navçeya Selçûk a Îzmîrê, Gullu Karadag ji bo keyatiyê navê xwe daniye. Karadag, li herêma Egeyê tev li gelek çalakiyên ekolojîk dibe û li herêmê wekî "Bereket Ana" tê naskirin. Karadag, behsa projeyên xwe yên ji bo keyatiyê kirin. 
 
Li gundê Zeytînkoyê heta niha qet jinek nebûye keyayê gund. Nifûsa gund 793 ye û li gund 380 jin hene. Karadaga 65 salî diyar dike ku li gund her kes bi navê "Bereket Ana" gazî wê dike. 
 
'WÊ JINÊN GUNDÊ ME BI SER BIKEVIN' 
 
Karadag, anî ziman ku bi salan e ew li hemberî feraseta rêveberiya baviksalarî têdikoşe û got: "Me rola jinên esas girt. Li cîhanê gelek civak sûd ji enerjî, fikr û hilberîneriya jinê girtin û tevî pêşevbirina aboriyî bûn civakên medenî. Ez jî tevî hevalên xwe yên jin dixwazin di warê aborî, civakî û çandî de asta gundê me bilindtir bikim. Di hilbijartinê de ne tenê ez, wê jin û zarokên gundê me tev bi ser bikevin." 
 
‘AXA ME TÊ QIRÊJKIRIN' 
 
Karadag, diyar kir ku heta niha tiştekî baş nehatiye kirin û ev jî ber nerserketina rêveberên herêmî ye. Karadag, anî ziman ku wexta ew bê hilbijartin ew ê pirsgirêka qenalîzasyonê, pirsgirêka rê, ragihandin û gelek pirgirêkên din çareser bike û got: "Li herêma Egeyê bi salan ji bo mafên xweza, hawidor, av, hewa, ax û heywanan têkoşiyam. Li gundê me hinar, biyok, mandalîna û zeytûn şîn tên. Lê mixabin xwazaya gundê me di talûkeyê de ye. Ava me, hewa û axa me tê qirêjkirin. Ji ber rêveberan veberhênanî nekir pêş neket û di warê aborî, civakî û çandî de paşdemayî ma." 
 
‘WÊ MEAŞÊ KEYATIYÊ BIDE XWENDEKARA YE' 
 
Karadag, diyar kir ku wê ji bo pirsgirêkên girîng ên gund zend û bend bandane û wexta bê hilbijartin ew ê rêya gund ji nû ve çêbike, wê posta teslîmê malan bibin, ew ê ji bo heywanên li derve hêwirgehan çêbike. Karadag, anî ziman ku ji bo gundî karibin sewalvaniyê bikin ew ê hîbeyê ji Wezareta Çandinî û Sewalvaniyê bixwaze û her wiha wê meaşê xwe yê keyatiyê jî ji bo xwendekarên li gund xerc bike.