Platforma Jinan a Dîcle Amed li ber girtîgeha Amedê çalakî pêk anîn û deng dan Guven

  • jin
  • 15:13 20 Çile 2019
  • |
img

AMED – Çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger di roja 74'an de berdewam dike. Platforma Jinan a Dîcle Amed, li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê çalakî pêk anîn. Koma jinan ku xwestin daxuyaniyê bidin ewil li firfirkan xistin û degn derxistin. Di çalakiyê de polîsan 15 jin binçavkirin. 

 
Çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku di pêşengiya Hevseroka  Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven de dest pê kiriye, berdewam dikin. Çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe di 8'ê mijdarê de dest pê kiribû, di roja 74'emîn de berdewam dike. Platforma Jinan a Dîcle Amed, li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê çalakî pêk anîn. Nêzî 50 endam û rêveberên Platforma Jinan a Dîcle Amedê, çalakî pêk anîn. Jinên ku bi fîrfîrkan deng derxistin xwestin daxuyaniyê bidin. Piştî jinan çalakî pêk anîn polîsan mudaxale kirin û hin jin derp kirin. Polîsan Hevseroka SES'ê ya Amedê Gonul Adıbellî, Gurbet Ozel, Gülistan Ekte, Narin Gezgor, Bahar Karakaş Ulug, Ceylan Aslan, Rozerin Çatak, Adalet Kaya jî di navde 15 jin binçav kirin. Jinên hatin binçavkirin dirûşmeya “Leyla Guven rûmeta me ye" û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. Piştre Parlamentera HDP'ê Remziye Tosun hat cihê bûyerê bertek nîşanî binçavkirinê da. Polîsan ji TOMA ava şit avêtin Tosun û neheqî lê kirin. Jinên hatin binçavkirin birin Şaxa TEM'ê ya Amedê. Polîsan hêjmara xwe ya li ber girtîgehê zêde kirin.