'Tecrîd tenê ne pirsgirêka kurda ye, pirsgirêka min e jî'

  • jin
  • 09:05 13 Çile 2019
  • |
img
 
STENBOL – Alîgira Serokatiya Federasyona Komeleyên Kangalê Hacer Elçîn, destnîşan kir ku tecrîd tenê ne pirsgirêka kurda ye û got: "Weke jineke elewî û tirk tecrîd pirsgirêka min e jî. Loma ji dil û can piştgiriyê didim çalakiya Leyla Guvenê." 
 
Alîgira Serokatiya Federasyona Komeleyên Kangalê Hacer Elçîn, der barê hilbijartina herêmî ya 31'ê Adarê û çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guvenê de ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê da destpêkirin axivî. 
 
Elçîn, bilêv kir ku nêviyê jiyan û civakê jin in û loma divê rêveberiyên herêmî bi awayekî wekhev bên temsîkilkirin. Elçîn, destnîşan kir ku ew jin tevî hemû qadên jiyanê di siyasetê de jî doza temsîliyeta wekhev dikin. Elçîn, anî ziman ku herî zêde HDP vê yekê dike û ew ê piştgiriyê bide HDP'ê. Elçîn, anî ziman ku çawa pergala hevserokatiyê li Amedê hatiye sepandin, divê li STenbolê jî ev yek bê kirin û got: "Em jinên li rojavayê welat jî dikarin vê yekê bikin. Eger li navçeyeke Stenbolê hevserokatî çêbibe, wê tiştên li Şirnex û Amedê tên kirin li vir jî bên kirin. Tenê divê ev firset û keys çêbibe. Me bi HDP'ê re dît ku jin destê xwe davêje çi ew der xweşik dibe. Wê jin li dijî faşîzma qesrê ya AKP'ê tiştên baş bikin. Wê jin gelek tiştên ku partî nikarin bikin bikin. Loma vîna jinan pir girîng e. Çimkî jin ji metbexê derketin û berê xwe dan navenda siyasetê. Wê jin jinê rizgar bike."
 
BERXWEDANEKE HEVPAR 
 
Elçîn, anî ziman ku wê jin cîhanê rizgar bikin û ji bo vê jî mînaka Şoreşa Rojavayê da. Elçîn got: "Sirf ji bo axaftinê vê nabêjim. Li Rojavayê şoreşeke jinan heye û didome. Wê ev yek bandorê li jinên li rojavayê welat jî bike. Belê kes niha behs nake, lê Tirkiye ji bo Sûriyeyê amadekariyên tevgerekê dike. Her guleyeke ber bi wir ve, ber bi min ve tê. Loma divê têkoşîn û berxwedana jinan berxwedaneke hevpar be." 
 
‘TECRÎD TENÊ NE PIRSGIRÊKA KURDA YE' 
 
Elçîn, bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven jî û got: "Vîna jinan rêyeke nû li ber me dixe. Niha wekî tecrîd tenê pirsgirêka kurda be tê nîşandan. Ez jineke elewî û tirk im. Tecrîd pirsgirêka min e jî. Loma ji dil û can pitşgiriya çalakiya Leyla Guvenê dikim. Wê çalakiya wê rêyeke nû li ber me vebike." 
 
MA / Necla Demir