Karkerên jin ên malê li Afrîka Başûr li hev civiyan

  • jin
  • 13:42 17 Mijdar 2018
  • |
img
STENBOL – Federasyona Karekerên Malê ya Navnetewî (IDWF) li Afrîka Başûr bi beşdariya jinên karkerên malê yên ji çar aliyên cîhanê kongre li dar xist. 
 
Federasyona Karekerên Malê ya Navnetewî (IDWF) di navbera 16-19’ê mijdarê de jinên karker ên malê ku ji çar aliyê cîhanê çûn li Afrîka Başûr di kongreyê de li hev kom bûn. Ji Tirkiyeyê jî ji avakara Sendîkaya Karkerên Malê ya Îmece Mînîre Înal beşdarî kongreyê bû. Di kongreyê de pirsgirêkên karkerên malê ku dijîn û têkoşîna keda didin tê nîqaşkirin. 
 
Jinan panelên cuda li dar xist û bênavber dirûşma “Bijî têkoşîna me” berz kirin. Dê piştî kongreyê encamname bê parvekirin.