Meclîsa Jinan a HDP’ê ji Soylu re gotin: Em natirsin û em ê bêdeng nebin

  • jin
  • 13:06 16 Mijdar 2018
  • |
img

ENQERE - Meclîsa Jinan a HDP’ê, têkildarî gefên Soylu yên li dijî Ebrû Gunay daxuyanî da û got: “Parlamenera me Ebrû Gunay, rastiya artêşa Tirk û çeteyên OSO yên Efrîn dagir kirin, li rûyê Soylu û 300 kesên dibin navê Wezaretê de salon dagirkiribûn, anî ziman. Em natirsin û emê bêdeng nebin.”

Di dema nîqaşên Budçeya Komîsyona Plan û Budçe ya Wezareta Karê Hûndir de, Wezîrê Karê Hûndir Suleyman Soylu gef li Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Ebrû Gunay xwar. Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP),  derbarê sefên Soylu yên li dijî Ebrû Gunay de daxuayniyek nivîskî weşand.  
 
Meclîsa Jinan di daxuyaniya da de wiha got: “Parlamentera me ya  Mêrdînê Ebrû Gunay ji Suleyman Soylu re got ‘Sedema tecrîta li Îmraliyê ev desthilatdare’ û fermana girtina Parlamentera Colemêrgê Leyla Guven wî da yan ne jê pirsî. Dîsan rastiya artêşa Tirk û çeteyên OSO yên Efrîn dagir kirin, li rûyê Soylu û 300 kesên dibin navê Wezaretê de salon dagirkiribûn, anî ziman. Lê Soylu, li şûna bersiv bide pirsên parlamentera me bide, bi gotinên ‘Tu provokatorî. Tu yê bibînî…’ tehdît kir û tilaya xwe hejand. Em Suleyman Soylu ji helwestên wî yên şer baş nas dikin. Dema wî Hevseroka me ya Giştî Pervîn Buldan jî tehdît kir, me wî dît û baş nas kir.  
 
'EM NATIRSIN, EMÊ BÊDENG NEBIN'
 
Ev gefên Soylu îro li dijî bi mîlyonan jinane. Suleyman Soylu yê tiliya xwe dihejîne, gefên bêhed dike û hewl dide êrîşî rastiya heyî bike, dê tu carî bi ser nekeve. Em ê li dijî vê feraseta zilamê serdest, li kolanan, koçeyan, kargeh, qadan û parlamentoyê gotina xwe bêjin, ked, nasname û vîna xwe derbixin holê. Desthilatdariya zilam a nikare hebûna me ya di siyasetê de tehemûl bike, carek din teşhîr bûye. Emê tu carî bêdeng nebin û em natirsin! Emê li dijî vê bêhediyê, têkoşîn û piştevaniya xwe ya azadiya jinan mezin bikin û ev deynê stûyê me ye.”