'Divê jin di hemû çalakiyên jinan de dakevin kuçeyan'

  • jin
  • 09:26 13 Mijdar 2018
  • |
img

ÎZMÎR - Maîle Arîç, ji ber 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Hemberî Şideta Li Dijî Jinê tev li daxuyaniya çapemeniyê bû ji kar hat dûrxistin got: "Di 25'ê Mijdara îsal de jî em li bendê ne hemû jin dakevin kuçeyan." 

Li navçeya Bayrakli ya Îzmîrê, Maîle Arîç ji ber di sala 2016'an de 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Hemberî Şideta Li Dijî Jinê tev li daxuyaniya çapemeniyê bû, ji karê xwe yê 23 salan hat dûrxistin û di sala 2017'an de jî hat îxrackirin. 
 
'Di 25'Ê MIJDARÊ DE HATIM DÛRXISTIN' 
 
Arîç ku Sekretera Jin a Sendîkaya Kedkarên Buroyê (BES) ye, anî ziman ku roja hat îxrackirin 300 lîreyê wê hebûye û bi wî pereyî penêr, rûnê nivîşk, dims kiriye û firotine. Arîç, anî ziman ku piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê navê wan hatiye amadekirin û got: "Di 25'ê Mijdarê de ji kar hatim dûrxistin. Kaxezak dan destê min û gotin 'ji ber tişta hatiye dîtin hûn hatin dûrxistin.' Lê ne diyar bû ew lizûma hatibû diyarkirin çî ye. A rast me dizanîbû, em sendîkavanên çalak bûn. Bêyî em ji aştî, demokrasî û têkoşîna jin û kedê tawîz bidin me xebatên xwe bi rê ve dibirin. Keda me xwarin. Wekî jinekê wê rojê di warê aborî û civakî de bi şideta dewletê re rû bi rû mam. Çaxa hatim îxrackirin ji bo 25'ê Mijdarê peywirdar bûm. Wexta hay jê çêbûm, çûm cem hevalên xwe yên jin û min rewş ji wan re got. Hem sendîkayê hem jî hevalên min ên jin zêde destek dan min. A me li ser piya dihêle piştevanî ye. Di daxuyaniya 25'ê Mijdarê de ez axivîm û min bal kişand ser evan tiştan hemûyan." 
 
Arîç, destnîşan kir ku piştî ji kar hat dûrxistin wê dev ji xebatên sendîkayê bernedaye û bi paş ve gav neavêtiye. Arîç got: "Piştî hatim îxrackirin min soz da xwe; ez avê jî bifiroşim, li bazaran bixebitim jî ez ê serî netewînim. Çimkî armanca wan ew bû bi sendîkayê peyamê bidin û serê herkesî bitewînin. Wexta ji kar hatim dûrxistin di bêrîka min de tenê 300 lîre hebû. Min bi wî pereyî çenteyekî biçûk kirî. Min penêr, rûnê nivîşk, dims ji bajêr anî û dest bi firotina wan kir. Mişteriyên min ên ewil hevalên min ên sendîkayê bûn." Arîç, diyar kir ku ew di hemû xebatên ji bo jinan de cih digirin û ew ê tim cih bigire. 
 
'DIVÊ EM DAKEVIN KUÇEYAN' 
 
Arîç, destnîşan kir ku her diçe şideta ji ber polîtîkayên îktîdarê ya li hemberî jinê zêdetir dibe û got: "Lê belê ji bo astengkirina şidetê piştevaniyeke mezin heye. Lê dîsa jî têr nake. Divê em bêtir derkevin derve û dakevin kuçeyan. Li pêş me qanûnên ku wê me hepsî malê bikin û koletiyê ferz bikin hene. Îjar li hemberî vê divê jin di Her geçen 'ê Adarê û hemû çalakiyên jinan de ji bo mafên xwe tev bigerin. Divê em bi hev re têkoşînê xurtir bikin. Di 25'ê Mijdarê de em li benda hemû jina ne ku dakevin kuçeyan." 
 
 MA / Ayşe Surme