82 sal ceza li zilamê ku zarok îstsimarkirin hat birîn

  • jin
  • 09:13 10 Cotmeh 2018
  • |
img

ÎDIR - Li Îdirê li Bûrhan B.'yê ku gelek caran xwişkên hev E.Y. (14) û E.Y. (12) îstismar kir, 82 sal û 8 meh û 6 roj ceza hat birîn. 

Li navenda Îdirê Bûrhan B.'yê 54 salî gelek caran xwişkên hev E.Y. (14) û E.Y. (12) salî îstismar kir. Dadgehê bi tawanbariya "Îstismarkirina zarok", "Binpêkirina azadiya kes" û "Teşwîqkirina weşan û temaşekirina weşanên mustehcen" 82 sal û 8 meh û 6 roj ceza li Bûrhan B. birî. Bûyera îstismara zayendî di Çileya 2018'an de dest pê kir û heta demekê dewam kir. Lê belê di 1'ê Nîsana 2018'an dema E.Y. li 155 digere bûyer derdikeve holê. E.Y. got Bûrhan B. wê û xwişka wê gelek caran îstsimar kiriye. Piştî vê hefteyek şûnde Bûrhan B. hat binçavkirin û Dadgeha Ceza ya Sulhê ew şand girtîgehê. 
 
GELEK CARAN ÎSTISMAR KIR 
 
Di danişîna dozê ya di 24'ê Tîrmeha 2018'an de ku li Dadgeha Ceza ya Îdirê pêk hat, E.Y.'ya 14 salî got Bûrhan B. ew îstismar kiriye. Xwişka wê E.Y. jî got ji ber ew tirsiyane ji kesî re negotine. 
 
'DI TELEFONA MIN DE DÎMENÊN MUSTEHCEN HENE' 
 
Bersûc Bûrhan B. jî di dadgehê de axivî û tiştên pê tê tawanbarkirin qebûl nekirin. B., bilêv kir ku heta niha qet nehatiye qereqol û dadgehan û got: "Ez diçim karê xwe û ji kar jî diçim malê. Ji ber bi tiştekî wisa li pêşberî we me ji xwe fedî dikim. Di telefona min de dîmenên mustehcen hene. Lê belê zarokan telefona min dizîbû. Min jî ji bavê wan re got. Bavê wan jî bi çekê avêtibû ser mala min. Ji dêvla ku bi tawanbariyeke wisa derkevim pêşberî we bimirim çêtir e. Zarokên min nikarin li rûyê kesî binerin. Beraet û tehliyekirinê dixwazim." 
 
82 SAL Û 8 MEH Û 6 ROJ CEZA 
 
Paşê dozgeriyê mutalaya xwe berpêş kir û di mutalayê de diyar kir ku divê îfadeyên mexdûran esas bên girtin û parêziya bersûc tenê ji bo xelasiyê ye û xwest bê cezakirin. Paşê dadgehê biryara xwe de û bi tawanbariya "Îstismarkirina zarok", "Binpêkirina azadiya kes" û "Teşwîqkirina weşan û temaşekirina weşanên mustehcen" 82 sal û 8 meh û 6 roj ceza li Bûrhan B. birî.