Jinên Colemêrgê: Demildest Leyla Guven berdin

  • jin
  • 14:01 21 Îlon 2018
  • |
img

COLEMÊRG - Jinên Colemêrgî, bertek nîşanî girtina Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven dan û gotin: “Şert û mercên we ji bo Enîs Berberoglu pêk anî, em dixwazin ji bo Leyla Guven jî bên pêkanîn.”

Piştî biryara berdana parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Enîs Berberoglu, hemû nêrîn veguherîn ser Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven a girtî.  Jinên Colemêrgî, xwestin Guven a weke vîna xwe hilbijartin demildest berdin. 
 
‘LEYLA GUVEN VÎNA ME YE’
 
Ji jinan Ayşen Duman, diyar kir ku Leyla Guven vîna wane û wiha axivî: “Em dixwazin demildest bê berdan. Geven di girtîgehê d girtin me xemgîn dike. Em dixwazin demildest Guven û hemû girtiyên din bên berdan.”
 
 ‘EV DAXWAZA JINÊN KURDIN’
 
Sarya Pala jî, da zanîn ku Guven vîna hemû gelê Colemêrgê ye û wiha got: “Em dixwin demildest bê berdan. Guven divê erka xwe ya parlamenteriyê bike. Ew jî mîna her welatekê mafê we heye azad bijî. Em naxwazin girtî bimîne. Ev daxwaza min daxwaza hemû jinên Kurdane. “
 
'MAFÊ ME YÊ NÛNERTIYÊ TÊ ASTENGKIRIN'
 
Nezahat kaya jî, da zanîn ku gelê Colemergê ji sedî 80’î dengên xwe dan Guven. Mafê me yê nûnertiyê tê astengkirin. Divê ev bê hiqîqî bi dawî bibe û Geven demildest bê berdan.” 
 
PÊŞNIYARA BERBEROGLU
 
Sultan Gunduz jî, destnîşan kir ku parlamentere CHP’ê Enîs Berberoglu berdan û wiha got: “Birêz Leyla Guven bi awayekê bêhiqûqî tê girtin. Guven vîna me ye û divê bê berdan. Heman hiqûqî divê ji bo Guvên jî pêk bînin û wê berdin.”