'Divê rêya kampên penaberan ji bo rêxistinên jinan bên vekirin'

  • jin
  • 09:18 16 Tebax 2018
  • |
img

STENBOL – Rêxistinên jinan, bertek nîşanî skandala ku li Kampa Penaberan a Telhamûtê ku xebatkarên zilam ên kampê fuhûş li jinên penaber ferz dikin, dan û xwestin rêya kampên penaberan ji bo saziyên jinan û rêxistinên civaka sivîl bên vekirin. 

Li Kampa Penaberan a Telhamût a li navçeya Serê Kaniyê ya Rihayê derketibû holê ku xebatkarên mêr ên li kampê fuhûş li jinên penaber ferz dikin. Rêxistinên jinan bertek nîşanî vê yekê dan û diyar kirin ku ew ê vê yekê bişopînin.
 
Aktivîsta Jina Demokrat a Nû (YKD) Sevda Erkiliç, destnîşan kir ku fatûreya herî giran a şerê ku pergalên kapîtalîst li Rojhilata Navîn derdixin li jinan tê birîn. Erkiliç, bilêv kir ku tişta ku li Telhamûtê rû da ne tişta ewil e, lê belê mînakeke nû ye. Erkiliç, diyar kir ku skandalên bi vî rengî berê jî rû dane û got: "Berê jî li kampê xebatkarên mêr bi beramberiya pêdiviyên zarûrî fuhûş li jin û zarokan ferz kiribûn. Ev yek tenê li vê kampê rû nadin. Veguheriye rewşeke ku wek 'rewşeke asayî tê dîtin'. Bi salan e bi deh hezaran jin û zarokên ji ber şer reviyane geh ji hêla xebatkarên dewletê ve geh jî ji hêla hin kesên din ve fuhûş li wan tê ferzkirin." 
 
‘TIŞTA HERÎ SOSRET JÎ HAYÊ QEYMEQAMTIYÊ JÊ HEYE' 
 
Erkiliç, destnîşan kir ku hêla herî sosret a vê skandalê jî ew e ku hayê qeymeqamtiyê jê hebûye û got: "Îktîdara AKP'ê ku çapemenî daye pişta xwe ji van kirinan nerihet nabe." Erkiliç, bilêv kir ku ji ber vê aşkere ye ku ji bo çi rêya kampan ji saziyên jinan û rêxistinên civaka sivîl re girtiye. 
 
'DIVÊ RÊYA KAMPAN JI BO RÊXISTINÊN JINAN BÊ VEKIRIN' 
 
Erkiliç, diyar kir ku divê di serî de rêya Kampa Telhamûtê û bi giştî hemû kampên din ji bo rêxistinên jinan û saziyên civaka sivîl re bên vekirin û got: "Li Telhamûtê di serî de divê xebatkarên şaredariyê û bi giştî hemû berpirsiyar bên cezakirin. 
 
'DIVÊ LÊPIRSÎN BÊ DESTPÊKIRIN' 
 
Aktivîsta Parastina Jinê Tûgçe Ozçelîk jî destnîşan kir ku her çend dîmen derketine holê jî, lê belê hîna jî der barê peywirdarên kampê de tu tişt nehatiye kirin û ev yek jî têkildarî polîtîkaya durîtiy ya îktîdara AKP'ê ye. Ozçelîk, diyar kir ku divê der barê peywirdarên kampê de demildest lêpirsîn bê destpêkirin û di serî de divê pêdiviya zexîreyan a li kampê bê peydakirin û jinên fuhûş li wan hatine ferzkirin di warê derûnî de alîkariya wan bê kirin. 
 
'DIVÊ RAYEDAR DAXUYANIYÊ BIDIN' 
 
Endama Meclîsa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulçîn Aykul, anî ziman ku şer tenê ji bo jinan ne rûxandine, di heman demê de dagirkirina bedena wan e jî û her roj li kampên penaberan bûyerên wisa diqewimin. Aykûl wiha bang kir: "Divê Walîtiya Rihayê û Wezareta Karên Hundurîn der barê van kampan de lêkolînan bikin û ji bo raya giştî daxuyaniyê bidin. Divê li kampan ji bo penaber bi awayekî mirovane bijîn, şert û merc bên başkirin û pirsgirêkên di warê ewlehiyê yên kampan de bên açreserkirin." 
 
Aykûl, bang li hemû jinan kir ku li hemberî vê skandalê bisekinin û bişopînin.