Nûçegîhana ANHA Dicle: Min nekarîbû Kobanê di wî halî de bihêlim û biçim

  • jin
  • 12:35 18 Tîrmeh 2018
  • |
img
KOBANÊ – Nûçegîhana Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Dîcle Ahmed, ku bi dehan êrîş û operasyonên şer şopand û dîmen û wêneyên wan kişand, şoreşa li Kobanê dest pê kir û li Rojava belav bû vegot. Dîcle Ahmed, wiha got: "Min ji nîşaniyê xwe re got: Bila Kobanê azad bibe em piştre bi hevre biçin. Ger ku em ji welatnê xwe hez dikin, em azad bikin û piştre biçin. Lê bersîva neyînî da banga min. Li ser vê yekê min dest wi berda. Kobanê di wî halî de ez nikaribûm Kobane terk bikim û biçim." 
 
Li Bakurê Sûriye Şoreşa 19'ê Tîrmehê li Kantona Kobanê dest pê kir û li bajarên din ên Rova belav bûm. Piştî vê yekê bingeha neteweya demokratîk hat avêtin. Piştî vê pêngavê nasnameya jinê ku li Rojhilata Navîn tune dibû ji nûve zindî bû û jin bû xwedî vîn û dest bi pêşengiya şoreşê kir. Yek ji van jinên bû xwedî vîn û ket nava tekoşîna şoreşê Nûçegîhana Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Dicle Ehmed e. Dîcle Ahmed, bi nûçeyên xwe rengê nasnameya azad dide xuyakirin û dibe dengê gelê Rojava. 
 
RÊWÎTIYA JI REQEYÊ DEST PÊ KIR 
 
Dîcle Ahmed, hem bi nasnameya xwe ya şoreşgerî û hem jî bi nasnameya rojnamegerî û nûçegîhaniyê têdikoşe. Ehmed, di sala 1988'an de li Kobanê ji dayik bû. Piştre tevî malbata xwe koçî Reqqa kir. Bi salan li Reqqa ma. Dema şerê navxweyî li Sûriye dest pê kir, tevî malbata xwe li dijî rejîmê tev li çalakiyên şermezarkirinê bû. Bi sed hezaran ciwanên kurd û ereb, li dijî zilma Rejîma Partiya Sosyalîst a Ereb (BAAS) meşiyan û dirûşme berz kirin. Li Reqqa wê demê El Nusna ku niha navê Heyet Tahrir El Şam (HTŞ) li xwe kiriye û Arteşa Asad a Sûriye OSO Reqa dagir kirin. Piştî El Nusra û OSO ketin Reqqa hatin Minbicê. 
 
SEROKÊ YEKEMÎN MECLÎSA MINBICÊ HAT HILBIJARTIN
 
Ehmed, piştî hat Minbicê, meclisa ku ji aliyê gel ve hat avakirin wekî Hevserokê Meclîsa Minbicê hat hilbijartin. Yekem jina ciwan ku di nava meclisê de cihê xwe girt. Piştre ji Minbicê berê xwe da Kobanê. Di 19'ê Tîrmeha 2012’an de dema meşameyên şoreşê li Kobanê bilind bû, rojek şûnde Komên OSO Minbic dagir kirin. Ehmed û bi hezaran kesên li gel wê ji Minbicê Koçî Kobanê kirin. Ahmed, piştî hat Kobanê dest bi rojnamegeriyê kir. Ahmed di ANHA de dest bi rojnamegeriyê kir. Ewil ji ber malbatê bi dizî karê rojnamegeriyê kir. 
 
Dema Kobanê ji Şoreşê re pêşengî dikir gelek geşedan pêş diketin. Ahmet Beriya şerê li Kobanê nîşanî bûbû. Dema şer dest pê kir bi wênekêşa xwe şahidî ji şer re kir û şerê heyî li cîhanê parve kir. Tev li dehan şer û pevçûnan bû û bi wêne û dîmenan ew kêliyên bûyeran zindî hişt. Ahmed, ku bi dehan êrîş û operasyonên şer şopand û dîmen û wêneyên wan kişand, şoreşa li Kobanê dest pê kir û li Rojava belav bû vegot. Dîcle Ahmed, wiha got: "Min ji nîşaniyê xwe re got: Bila Kobanê azad bibe em piştre bi hevre biçin. Ger ku em ji welatnê xwe hez dikin, em azad bikin û piştre biçin. Lê bersîva neyînî da banga min. Li ser vê yekê min dest wi berda. Kobanê di wî halî de ez nikaribûm Kobane terk bikim û biçim." 
 
TEV LI 4 HAMLEYAN BÛ
 
 
Ehmed, pişti şerê Kobanê tev li 4 hamleyên şer bû. Li Mebruk, Siluk, Benda Tişrin û Minbicê tev li şerê azadiyê bû. Niha jî li Minbicê ji bo meclîsa sivîl ku tê avakirin ji 2 jinan yek e. Hem jî karê rojnamegeriyê dike û heta dawi operasyonan dişopîne. Dema Minbic azad bû gelek dîmen û wêne kişandibûn û di Xelata Musa Anter û Çapameniya Azad de bi dîmenan xelat girtibû. 
 
MA / Nazım Daştan