‘Girtina saziyên jin û zarokan îstîsmar zêde kir’

  • jin
  • 09:22 18 Tîrmeh 2018
  • |
img

WAN – Aktîvîsta VAKAD’ê ya bi KHK’ê hat girtin Songul Ozînver diyar kir ku bi girtina sazî û dezgehên jinan û zarokan re bûyerên îstîsmarê zêde bûne û nebûna rêxistinên civaka sivîl ên piştevaniyê bidin, bêtir mexduriyetî diqewime. 

Bi îlankirina Rewşa Awarte (OHAL) re gelek sazî û rêxistinên mafê jin û zarokan diparastin bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatin girtin. Yek ji van saziyan jî Komeleya Jinan a Wanê (VAKAD) bû û bi KHK’ê deriyê komeleyê mohr kirin. Aktîvîsta VAKAD’ê Songul Ozînver bal kişand ser pêvajoya piştî girtina sazî û dezgehên jinan ku hatin girtin û zêdebûna îstîsmarkirinê. Ozînver li dijî cezayên mîna darvekirin û xesandinê jî bertek nîşan da. 
 
‘GIRTINA KOMELEYAN ÎSTÎSMARÊ ZÊDE KIR’ 
 
Ozînver destnîşan kir ku bi girtina saziyên jinan û zarokan re bûyerên îstîsmar û kuştina jinan zêde bûn û got: “Şideta li dijî jinan zêde bûye. Komeleyên mafê jinan diparastin hemû hatin girtin. Mexdûriyet zêdetir bû. Cih neman ku jin biçin bişêwirin û piştevaniyê bixwazin. Rêxistinek civaka sivîl jî nîne ku biçin ji wir piştevaniyê bixwazin. Ji ber vê yekê dibe sedema mexdûriyetek mezin. Beriya darvekirin û xesandinê, divê ku sazî û dezgehên zarok û jinan hatin girtin bên vekirin.” 
 
‘ME XWE GIHANDIBÛ GELEK JIN Û ZAROKAN’ 
 
Ozînver anî ziman ku wan wek VAKAD’ê di 2014 -2015 de li qadê têkildarî zarokan gelek xebatek berfireh pêk anîn û wiha got: “Di her mijarê de gelek perwerdehiya me çêbû. Lê mijara herî em zêde li ser sekinîn îstîsarmar bû. Me xwe gihand gelek jinan û zarokan. Di vê mijarê de avakirina cudahiyek û di warê hişmendkirinê de hebûna saziyên civaka sivîl çiqas girînge xwe derdixe holê.” 
 
‘EW CEZA PÊŞÎ LI BÛYERAN NAGIRE’ 
 
Ozînver da zanîn ku li dijî îstîsmarên di demên dawî de anîna cezayê darvekirin û xesandinê ya rojevê nikare pêşî li bûyeran bigire û got: “Wê ev cezakirin bêtir şidet û îstîsmarê bi xwe re bîne. Ji bo jin û zarokan dê bêtir talûkeyê bi xwe re bîne. Her wiha îstîsmarkirin jî nexweşîn nîne.” 
 
‘DADGER MEXDÛRAN BÊTIR SÛCDAR DIKIN’ 
 
Ozînver di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser helwesta dadger û dozgeran a ji bo sûcdarên bûyerên îstîsmar û şidetê û got: “Nikarin sûcdaran bê sûc bikin. Halê baş jî ji bo sûcdaran nayê qebûlkirin. Li dadgehê mexdûr ji sûcdaran bêtir tên sûcdarkirin.” 
 
MA / Mahmut Ruvanas