'Dixwazin di Elewîtiyê de hişmendiya serdest ava bikin’

  • jin
  • 10:27 16 Tîrmeh 2018
  • |
img
DERSIN – Dayîka ji malbata Kureyşan Raîme Kizilkan, diyar kir ku di baweriya Elewiyan de wekheviya jin û zilam esas tê girtin û got: “Pergal dixwaze di Elewîtiyê de hişmendiya sedest ava bike. Ez ji jinên Elewî dixwazim ku rola ji bo wan hatiye dayîn, qebûl nekin.”
 
Di gelek baweriyan de jin di rêza duyemîn de tê girtin, lê di baweriya Elewiyan de wekheviya jin û zilam tê esas girtin. Ji wekheviyê zêdetir gotina “Jin û zilam tuneye, mirov heye” di Elewitiyê de. Di heman demê de dayîk û bav, tu  cudakariyê naxin navbera zarokên xwe yên keç û kur. Jin ji bi teybetmendiya xwe ya welidandinê mîna “rahman û rehîm” tên qebûl kirin û rêzdariyek mezin ji bo jinan tê dayîn. Dinava rê û rêbazên exlaqê Elewîtiyê de, kes qarişê cil û bergên jinan nabin û nayên sînordar kirin. Lê mixabin îro pergal dixwaze di çand û baweriya Elewîtiyê de feraset û hişmendiya serdest a zilam pêş bixe. 
 
‘JIN JÎ, ZILAM JÎ CANIN’
 
Dayîka endama malbata Kureyşan Raîme Kizilkan a 55 salî ya li Dersimê dijî, derbarê girîngîdayîna jinan a di baweriya Elewîtiyê de axivî û wiha got: “Di baweriyên cuda de nirx ji bo jinan nayê dayîn. Lê di baweriya Elewiyan de, cihê cihê pir cudaye. Jin jî zilam jî canin. Jinên Elewî pir jêhatîne, fedekarin û xwedî kesayet têkoşerin. Li ser vê axê me gelek zilm û êşên mezin dîtin. Bi hêz û vîna xwe ya mezin em heya roja îro hatin.”
 
‘DIXWAZIN ELEWÎTIYÊ ASÎMLE BIKIN’
 
Kizilkan, anî ziman ku di Elewîtiyê de bi taybetî cudakarî tuneye û wiha bilêv kir: “Ji bo jin û zilaman ‘can’ tê gotin. Me zarokên xwe bi vê felsefê mezin kirin. Lê di baweriya Elewiyan a roja îro de, weke ku tê zanîn jin ne azadin. Mîna hemû civakan, êdî di baweriya Elewiyan de jî, hewl didin jinan di rêza duyemîn de bigirin. Lê dîsan jî em hewl didin cewherê xwe bedewam bikin. Ligel vê yekê jî di Elewîtiyê de cihê jinan tê parastin. Di komkujiya Dersimê ya di salên 1937-38’an de, pergalê zext li jinên Elewî kirin û xwestin wan teslîm bigirin. Hewl da azadî û çewherê wan teslîm bigirin.”
 
 Kizilkan, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Gava jin û zilam sûçek bikiran, bi awayekê wekhev dihatin ceza kirin. Lê niha ev hemû rê û resmên civaka Elewî hatine asîmle kirin. Pergal hewl dide baweriya Elewiyan tune bike. Ji ber vê êdî gihaye wê astê ku, tune bibe.”
 
BANGA ‘EM VEGERÎN ÇEWHERÊ XWE’
 
Kizilkan, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Divê jinên Elewî vegerin çewherê xwe. Ger jin bixwazin, dikarin rolên ji bo wan hatine dayîn derbas bikin û bi xwere pergalê jî biguherînin. Ji ber vê yekê berî her tiştî divê jin li çewherê xwe vegerin. Di baweriya me de jin û  zilam wekhevin. Em jin divê vê zanibîn. Em cih û rewşa xwe diyar bikin. Jin û zilam canin. Kes ne serdestê kesekê ye.”