Pergala nû neqeba wekheviya navbera jin û mêr kûrtir dike

  • jin
  • 09:07 16 Tîrmeh 2018
  • |
img
ENQERE - Li gorî Rapora Zinarê Zayendiya Civakî ya Kurevî, ji bo zinarê neqeba wekheviya firsendê ya jin û mêr bê girtin, endeksa herî girîng, zêdekirina tevlêbûna polîtîk e. Li gorî Wekîla Seroka KEFEK’ê ya serdema berê 
Candan Yuceerê ev zinarê navbera jin û mêr di 16 salên îktîdara AKP'ê de her ku diçe bêtir kûr dibe. 
 
Li gorî rapor û lêkolînan di serdema AKP'ê de tundiya li dijî jinê sal bi sal zêdetir dibe. Mafê jinê sal bi sal bêtir ji destê wê tê girtin û vê yekê bi zaganan asayî dikin. Di serdema AKP'ê de bêtir mafê zilam tê parastin û jin di malê de tê hepiskirin. wekheviya firsendê ya navbera jin û mêr her ku diçe kûr dibe. Ji ber ku  aliyê tundiyê diparêze nayê cezakirin zext û tundiya li ser jinê jî zêde dibe. Jin tê kuştin, lê kujer rastî cezayê ku heq dike nayê. 
 
DI 6 MEHÊN 2018’AN DE 206 JIN HATIN KUŞTIN
 
Li gorî raporên Platforma Em Dê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP), di 2017'an de 409 jin ji aliyê mêr ve hatin kuştin. 332 jin rastî tundiya zayendî ya mêr hatin. Di 6 mehên ewil  yên 2018'an de 206 jin hatin kuştin. Li gorî Rapora Zinarê Zayendiya Civakî ya Kurevî ya 2017'an, Tirkiye di milê wekheviya firsendê ya jin û mêr de, di nava 144 welatan de di rêza 131’emîn de cih digire. Li gorî daneyên rapora 2018'an, di nava 46 welatên Ewropa û Navenda Asya de Tirkiye di rêza herî dawî de ye. Li gorî pergala nû tenê 2 jin wezîr in. Li gorî rapora nû, li şûna Tirkiye neqeba navbera firsenda wekheviyê bigire bêtir kûr kiriye. Li gorî raporê ji bo jin mêr di milê firsendê de bibe wekhev divê berî her tiştî di milê politik de jin xurt bibe û tev li siyaset3e bibe. Divê hêjmara jinên dikevin parlamentoyê zêdetir bibin. Lê piştî hilbijartina 24'ê Hezîranê di nava 600 wekîlan de tenê 104 jin bûn parlementer. Dîsa di nava 16 wezîran de tenê 2 jin bûn wezîr. 
 
Li milekî jin ji bo rê li pêş tundiyê bigirin û cudakariyê bi dawî bikin têdikoşin, li milê din li ser navê têkoşîna li dijî cudakariya jin û mêr Komîsyona Wekheviya Firsendê ya Jin û Mêr (KEFEK), ji sala 2009’an heta niha li meclîsê xebatê dimeşîne. Li gorî Wekîla Seroka KEFEK’ê ya serdema berê û Parlamentera CHP'ê ya Tekîrdagê Candan Yuceerê ev zinarê navbera jin û mêr di 16 salên îktîdara AKP'ê de her ku diçe bêtir kûr dibe. 
 
 
Yüceer, diyar kir ku hebûna KEFEK’ê bi qîmet û wate ye û wiha got: "Lê em hebûna wê têr nabînin. Tişta herî zêde em rexne dikin KEFEK wekî komîsyona bê tesîr xebatê dike. Ji ber ku em li ser esas naaxivin. Dema em pêşniyarên xwe bi komîsyonên esasî re parve dikin, Komîsyonên esasî pêşniyarên me li ber çavan nagirin. Li şûna KEFEK li dijî tundiya li ser jinê nexşerêya çareseriyê pêşkêşî Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatê bike, mixabin bêtir gotinên wan rewa dikin û li gorî wan tev digere. Li dijî tundî û zextên li ser jinê daxuyaniyên girîng û bi bandor yên KEFEK’ê nebûn. Divê bêtir çalak û bi hêz be. 
 
NAXWAZIN JINÊ DI SIYASETÊ DE BIBÎNIN 
 
Yuceer, herî dawî anî ziman ku naxwazin zêde vîna jinê di siyasetê de bê dîtin û wiha bi dawî kir: "Di rastiyê de nêviyê nifûsê jin in. Lê navê jinê tune. Em her dem balê dikişînin ser vê ne wekheviyê. Di siyasetê de hebûn û tunebûna jinê ne diyar e. Di parlamentoyê de hêza jinê û vîna jinê ji sedî 30 ye. Ji bo jin di her qadê civakê û jiyanê de bibe xwedî hêz û vîn divê tedbîrên taybet bên stendin. Divê berî her tiştî wekheviya firsendê bê naskirin. Lê mixabin heta niha bi taybetî di milê polîtîkayê de ev wekheviya firsendê nehat naskirin. Li şûna ev zinarê wekheviyê bê girtin her ku diçe kûr dibe. Bi taybetî di 16 salên serdema AKP'e de ev zinar bêtir kûr bûye. 
 
 
MA / Diren Yurtsever