Bi çêkirina destbûlûnk û parzûnan debara xwe dikin

  • jin
  • 09:14 13 Tîrmeh 2018
  • |
img
COLEMÊRG - Fatma Tûran û Zuleyha Tûran ku li Çemê Şemaşê dijîn, bi destbûlûnk û parzûnê debara xwe dikin û bi vî awayî çanda xwe berdewam dikin. 
 
Malbata Tûranê ku di salên 90'î de ji gundê Bêlat ê navçeya Çelê ya Colemêrgê koç kir û li mezrika Taxê Bêladiya ya gundê Çemê Şemaşê yê girêdayî navenda Colemêrgê bi cih bû, her çend gelek sal di ser re derbas bûbin jî çanda xwe dewam dikin. Jinên gund bi hiriya pezên xwe benikan çêdikin, paşê van benikan boyax dikin û pê çente, hevsar, taqûn, doxîn, şûtik û destbûlûnkan çêdikin. 
 
Jinan bilêv kir ku ji ber kêmbûna sewalvaniyê êdî nikarin taqûnên ku ji bo çêkirina konan tên bikaranîn çêbikin, lê belê jin destbulûnkan çêdikin û ev destbulûnk ji bo çêkirina dergûşan jî tê bikaranîn. 
 
Fatma Tûran ji bo tiştên ku çêdikin got: "Berê li her gundî çente, parzûn, hevsar, taqûn, doxîn, şûtik û destbûlûnk dihatin çêkirin. Me bi taqûnan li zozanan kon çêdikirin. Berê me li gundan heywan xweyî dikirin û bêrîvantî dikir. Her wiha me giya jî didirût. Lê niha li van gundan tu derfet di dest me de nemaye. Em jî bi van karên biçûk dema xwe dibuhurînin." 
 
Tûran, bilêv kir ku piştî koçber bûn tu derfet di dest wan de nema û got: "Piştî em ji gundên xwe hatin derxistin, me zehmetî kişandin. Niha hin jinên li bajaran ji bo pitikên xwe destbûlûnkan ji me dixwazin. Em jî ji bo wan çêdikin. Berê li gundan zarok di van dergûşên textîn de mezin dibûn. Wê demê siheta zarokan baş bû. Çimkî zarok baş radiketin." 
 
'BILA ÇANDA ME WINDA NEBE' 
 
Zuleyha Tûran jî, bilêv ki rku her destbûlûnkek ji 3 metreyan pêk tê û ew rojê cotek destbûlûnk çêdikin. Tûran got: "Em destbûlûnkan him ji bo firotinê çêdikin, him jî ji bo em wekî diyarî bidin nasên ku zarokên wan çêbûne. Ji ber ku erzan in, em zêde qezenc nakin. Lê dîsa jî bi kêrî me tê. Em jî bi dahata evana pêdiviyên xwe yên malê dikirin. Ji ber ku divê bi baldarî bê çêkirinî ancax em rojê yekê çêdikin. Carinan jî du roj lê diçin. Li gorî daxwaza kes ji 4-5 dengan pêk tê. Her çend zehmet be jî, em bi kêfxweşî vî karî dikin. Çimkî em naxwazin çanda me winda bibe." 
 
MA / Hamza Gunduz