Girtiyên jin ên edlî û siyasî: Di qawîşa 40 kesan de 60 kes dimînin

  • jin
  • 13:59 25 Mijdar 2025
  • |
img

STENBOL - Di rapora girtiyên jin ên siyasî û edlî ya Baroya Stenbolê de hate diyarkirin ku di qawîşên bi kapasîteya 40 kesna de 60 kes tên ragirtin. 

Meclisa Parêzerên Ciwan û Navenda Mafên Jinan a Baroya Stenbolê, ji bo nîqaşkirina şert û mercên girtiyên jin ên edlî û siyasî pê rû bi rû dimînin, çalakiya “Mafên girtiyên jin, sepanên li girtîgehan, binpêkirina mafan û heqîqet” li dar xistin. Gelek hiqûqnas tev li çalakiyê bûn. 
 
Endama Baroya Stenbolê Îlayda Gedîk Saysal bi sernavê “Sepanên li girtîgehên jinan û mewzûat” pêşkeşiyek kir û got: “Dema girtîgehên jinan ên li Tirkiyeyê hatin çêkirin, taybetiyên jinan li ber çavan nehatine girtin. Tu yek ji wan li gorî pêdiviyên jinan nehatine avakirin. Ji amûrên hîjyenê heta ped, qada depokirinê û hwd. li girtîgehan gelek binpêkirinên giran hene. Di qawîşên bi kapasîteya 40 kesan de 60 kes tên ragirtin. Anku girtî li erdê radizên. Divê ji bo jinên ducanî paketên taybet bên dayin, xwarin-vexwarina wan baş be. Divê qadên ji bo zarokan dost bên avakirin. Lê tu yek ji van nînin.” 
 
'EM GIRÎNGIYÊ DIDIN’ 
 
Endama Lijneya Rêveber a Meclisa Parêzerên Ciwan a Baroya Stenbolê Lutfiye Nalan Ermîş jî got: “Binpêkirinên li girtîgehan zêde bûne. Êdî li Tirkiyeyê meseleya girtîgehan veguheriye rastiyeke din. Girtiyên jin rastî binpêkirinên giran tên, di şertên îşkenceyê de dimînin û bi cihêkariyê rû bi rû dimînin. Sedema nexuyayiya girtîgehên jin jî ew e ku di civaka mêrserwer de zehmet e mirov têkildarî van deran gotinê biafirîne. Divê em vê meseleyê bêhtir xuyanî bikin û di qada hiqûqî û siyasî de çareseriyên mayinde pêş bixin. Weke parêzerên ciwan, em ji bo pêşeroja parastinê hizirîna ser van meseleyan girîng dibînin.” 
 
Di beşa din de jî parêzeran tecrûbeyên xwe û pêşniyarên çareseriyê vegotin.