Li Kolana Îstiklalê dorpêça 25'ê Mijdarê

  • jin
  • 13:30 25 Mijdar 2025
  • |
img
STENBOL - Beriya meşa ku tê plankirina bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Navneteweyî bê lidarxistin, hemû kuçe û kolanên ber bi Kolana Îstiklalê ve hatin dorpêçkirin. 
 
Li Stenbolê, beriya meşa ku tê plankirina bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Navneteweyî bê lidarxistin, hemû kuçe û kolanên ber bi Kolana Îstiklalê ve hatin dorpêçkirin. Tê payin bi banga Platforma 25'ê Mijdarê jin saet di 19.00'an de li Tunela Beyoglûyê bên cem hev. Ligel vê polîsan danê sibehê li hemû kuçe û kolanên ber bi Kolana Îstiklalê ve diçin bend danîn. Rêyên ber bi Qada Galatasarayê û Qada Taksîmê ve diçin hatin girtin û qada hat dorpêçkirin.