Li dijî jinên ji bo Rojîn Kabaîşê edalet xwestin 'tacîza dijîtal'

  • jin
  • 09:09 25 Mijdar 2025
  • |
img
WAN - Xwendekarên jin ên ku ji bo Rojin Kabaîşê beşdarî çalakiyan bûn, rastî "tacîza dijîtal" a kesên ku tê îdiakirin polîs in, hatin. Pêşniyarpirsa DEM Partiyê ya ku mijar xiste rojeva Meclisê, bêbersiv ma.
 
Mirina bi guman a Rojîn Kabaîş (21) a xwendekara pola 1'emîn a Beşa Pêşxistina Zarokan a Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê hîn jî di rojevê de ye. Rojîn Kabaîşê di 27'ê Îlona 2024'an de piştî ku ji wargehê derketibû û tu agahî jê nehatibû girtin, cenazeyê wê piştî 18 rojan di 15'ê Cotmehê de li peravê Gola Wanê hat dîtin. Jinên ku dixwazin mirina biguman a Rojîn Kabaîş were ronîkirin, tevî hemû astengiyan jî li edaletê digerin. Xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê ên ku li edaletê digerin, ji aliyê kesên ku tê îdiakirin polîs in, di medyaya dijital de tên tacîzkirin. Pêşniyarpirsa Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Wanê Gulderen Varli ku dixwest Wezareta Karên Hundir û Wezareta Dadê bersivê bidin, ji aliyê wezaretan ve bêbersiv hate hiştin.
 
Gulderen Varli zextên li ser xwendekarên ku beşdarî çalakiya Rojîn Kabaîşê bûn rave kir û got: "Piştî windabûna Rojînê, ji bo ku rastiya der barê Rojînê derkeve holê, li gelek qadan çalakî hatin lidarxistin. Yek ji van çalakiyan jî çalakiya hevalên Rojînê bû ku me jî ji nêz ve şopand. Xwendekaran ji bo ku pirs û fikarên xwe yên li ser nebûna ewlehiya xwe ji rektor re bînin ziman, çalakî dan destpêkirin. Di encama vê çalakiyê de, dema ku rektor gazî hêzên ewlehiyê kir, hêzên ewlehiyê rê li ber xwendekaran girtin û pêşî li pirsên der barê derxistina rastiya Rojînê hatin girtin."
 
'AŞKERABÛNA RASTIYÊ TÊ ASTENGKIRIN'
 
Gulderen Varli, diyar kir ku piştî biryara walîtî, emniyeta Wanê ya têkildarî astengiya çalakiya xwendekaran, zextên li ser xwendekaran zêdetir bûne û wiha pê de çû: "Dema xwendekaran çalakî li dar xist, pêşî li têketina rojnamegeran ji bo kampusê hat girtin. Astengkirina hevserokê me û şandeya pê re jî nîşaneya van zextan e. Ji bo ku rastiya der barê Rojînê dernekeve holê, her cure astengiyê dikin. Herwiha xwendekar dema çalakî pêk anîn rastî hin gefan jî hatin. Dibêjin çalakî ne qanûnî ne; lê di rastiyê de, weke ku di qanûnê de jî hatiye diyarkirin, mafê her kesî heye ku bê çek û bê tundiyê çalakiyê bike. Lê li vir ev mafên xwendekaran ji destê wan hatin girtin û ji bo çalakiyê pêk neynin tevdîrên ewlehiyê hatin girtin."
 
LI DIJÎ XWENDEKARÊN JIN TACÎZA DIJÎTAL
 
Gulderen Varliyê destnîşan kir ku bi salan e li dijî mirovan polîtîkayên şerê taybet tê sepandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li ser xwendekarên ku  ji bo çalakiyê li wir bûn, sepanên şerê taybet hebûn. Yek ji wan peyamên hêzên ewlehiyê yên medyaya dijital in ku ji bo midaxileya xwendekarên çalakiyê dikin bûn. Xwendekaran ew peyam ên tên îdiakirin ji me re şandin. Bi taybetî zêdetir berê xwe didin hesabên medyaya dijîtal ên jinên ciwan. Me der barê vê mijarê de pêşniyarpirsek pêşkêşî saziyên rayedar kir 'çima li şûna ku hêzên ewlehiyê ciwanan biparêzin, ev helwest hatiye nîşandan?'. Xwendekar ji ber aciziya ji rewşê, bi me re ketin têkiliyê û agahî bi me re parve kirin."
 
BERSIVA HÊZÊN EWLEIYÊ YA LI SER TUNDIYÊ TUNE
 
Gulderen Varli diyar kir ku wan zext, gef û daxwazên têkildarî medyaya dijîtal ên xwendekaran ji wezaretan pirsîne, lê hîn bersiv wernegirtine û got: "Tenê bersivek ku lêpirsîn hîn didome, ji me re hat, ji bilî wê, bersiv ji pirsên me yên din re hîn nehatine. Em ê her dem bipirsin ka çi bi Rojînê hat. Rayedar neçar in ku hemû rastiyê aşkera bikin. Em bo hemû jinên hatine qetilkirin, di şexsê Rojînê de têdikoşin. Em ê nehêlin ku doza Rojînê were nixumandin. Zilam dikuje û dewlet bi rengekî diparêze. Em li gel ciwanan û pirsên wan in. Em weke tevgera jinan, vê qetilkirina ku ji Wanê dest pê kir gelek caran dipirsin. Ne tenê em, civak û hemû beşên civakê dipirsin."
 
MA / Ozlem Yacan