Cezayê muebbeda girankirî dan faîlê Hatîce Agcakaleyê

  • jin
  • 15:10 5 Mijdar 2025
  • |
img
ERZIROM - Li Alî Osman Bûzlak ê ku Hatîce Agcakale Bûzlakê qetil kir, cezayê muebeda giran hat birin. 
 
Alî Osman Bûzlak (21) ê di 16'ê Nîsanê de li baxçeyê Nexweşxaneya Bajêr a Erziromê, Hatîce Agcakale Bûzlakê (24) bi îşkenceyê qetil kir. Alî Osman Bûzlak ê hat binçavkirin, sewqî edliyeyê hat kirin û bi sûcê "kuştina biqesdî" hat girtin.
 
Li Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Erziromê, danişîna biryardayînê hat lidarxistin. Kiryar Alî Osman Bûzlak bi rêya SEGBÎS'ê tevlî danişînê bû. Malbata Hatîce Agcakale Bûzlak, parêzerê Wezareta Malbatê û Xizmetên Civakî û 4 parêzerên jin beşdarî danişînê bûn. 
 
Heyeta Dadgehê bi sûcê "kuştina biqesdî ya li hemberî hevjîn û jinê" cezayê muebeda giran li Alî Osman Bûzlak birî.