Jin ji bo civaka demokratîk li ser rêveberiyên herêmî axivîn

  • jin
  • 12:35 25 Gulan 2025
  • |
img

AMED - Di “Civîna Jinan a Rêveberiyên Herêmî ên Demokratîk” ku di roj in li Amedê didome de jinan bal kişandin ser têkoşîna jinan a di aştiya civakî û rola wê ya di rêveberiyên herêmî de, polîtîka û mekanîzma hatin nîqaşkirin û plansazî hate amadekirin. 

 
Lijneya Rêveberiyên Herêmî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), di navbera 23-24’ê Gulanê de li Amedê “Civîna Jinan a Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk” li dar xist. Hevşaredar û endamên meclisê beşdarî civînê bûn û mijarên girîng hatin nîqaşkirin. Di civînê de hate gotin ku di pêvajoyeke dîrokî de ne û têkildarî rista rêveberiyên herêmî, qirkirinê jinê, ekolojî, aborî, keda jinê û xebatên divê bikevin pratîkê nîqaş hatin kirin. 
 
Di civînê de xebatên şaredarvaniya salekê hatin nirxandin û yek ji rojeva girîng jî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê bû. Hat gotin ku divê ji herêman ve ev bang were civakîkirin, merc û nêzikatiya hêzên navneteweyî ya ji bo pêvajoya nû hatin nirxandin. Tecrûbe û mînakên aştiyê yên cîhanê hatin nîqaşkirin û rola jinan a di avakirina aştiyê de hate vegotin. Hat gotin ku heta jin azad nebin civak azad nabe û yek ji hîmên bingehîn ên civaka demokratîk jî têkoşîna jina ye. 
 
TÊKOŞÎNA JINÊN KURD 
 
Konferansa Koalîsyona Jinan a Demokratîk a Herêmî ya Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê (NADA) ku di navbera 15-17’ê Gulanê de li Silêmaniye ya Herêma Federe ya Kurdistanê hat lidarxistin jî nirxandin. Di civînê de her wiha hate gotin ku têkoşîna jinên Kurd a li Tirkiyeyê û herêmê ji bo jinên cîhanê bûye mînak û divê li gorî vê xwebaweriyê were tevgerîn.  
 
ŞAREDARVANIYA CIVAKÎ     
 
Di civînê de hate destnîşankirin ku hewceye avadaniyên di rêveberiyên herêmî de yên mêrserdest bên veguherandin, feraseta şaredarvaniya civakî bê xurtkirin, bandora texrîbatên qeyûman û rêbaza sererastkirinên van texrîbatan hatin nîqaşkirin. Wateya pêvajoya heyî ya di mercên heyî de bi nêrîna jinê hate nirxandin. Nirxandinên Abdullah Ocalan ên têkildarî qirkirina jinê û polîtîka û mekanîzmayên ji bo pêşîlêgirtina qirkirina jinan bikevin meriyetê jî hatin nirxandin. 
 
PLANSAZIYA JI BO HILBERÎNA JINAN
 
Hate destnîşankirin ku gotinên “Jin warê jina ye” û "Jin, jiyan, azadî" ne tenê dirûşm in lê felsefeya jiyanê ye û ji bo di dema pêş de bikevin meriyetê jî gelek plansazî hatin rabekirin. Hate gotin ku bi rêya kooperatîf, komun û atolyeyan dê jin di her qadên hilberînê de bi awayekî çalak cih bigirin. 
 
MA / Mujdat Can