Kovara Jinê bi manşeta ‘Bedêl, bîr, berxwedan’ derket

  • jin
  • 10:30 25 Gulan 2025
  • |
img

SENBOL - Hejmara 117’emîn a Kovara Jinê bi manşeta “Bedêl, Bîr, Berxwedan: Avakirina Aştiyê” derket. 

Hejmara 117’emîn a Kovara Jinê bi manşeta “Bedêl, Bîr, Berxwedan: Avakirina Aştiyê” derket. Di hejmara nû de kovar li ser tiştên Kurdan jiyane sekiniye û balê dikişîne ser hevrûbûn û aştiyê. 
 
Nivîsên di hejmara nû de ev in:
 
* Ji xakê ber bi hafizeyê ve, ji girtîbûnê ber bi dayiktiyê ve: Li Kurdistanê israra jinan a di aştiyê de / Ayşegul Ayaz
 
* Veguhestina travmayên civakî ya ji nifşên nû re û di avakirina aştiya mayinde de girîngiya hevrûbûnê / Esra Kahraman 
 
* Dîsa jî em aştiyê dixwazin / Hevpeyvîna bi Dayika Aştiyê Rewşen Doner re – Şukran Demîr 
 
* Israra di mirovbûnê de: Veguherîna sosyalîzmê û berxwedana li dijî modernîteya kapîtalîst / Ezgî Sila Demîr 
 
* Tişta ‘asayî’ çi ye? / Cansu KaplanKovara Jinê bi manşeta ‘Bedêl, bîr, berxwedan’ derket