Jinên gotin 'Em ji sedî zêde ne" dê li sindoqan xwedî derkevin

  • jin
  • 11:47 22 Hezîran 2018
  • |
img
STENBOL - Aktîvista kampanya "Em Ji Sedî Zêde ne" Yasemîn Ozgen, diyar kir ku di qada siyasetê de jin wekî vîtrîn tên destgirtin û xwest jin vîna xwe di siyasetê de bidin xuyakirin. Ozgun, diyar kir ku ji bo di hilbiartinê de lîstik û hîle neyên kirin dê biçin dengê xwe bidin û têkoşîna xwe berdewam bikin. 
 
Komek aktivîstên jin ên rojnameger, nivîskar û rewşenbir, têkildarî hilbijartina 24'ê Hezîranê kampanya "Em ji sedî zêdetir in" dan destpêkirin. Jinên ku kampanya dan destpêkirin, bi vîdeo, skeç, lîstik û amûrên cuda nerazibûnên xwe yên li dijî tundia li ser jinê tînin ziman. Jin bi rê û rêbazên cuda îtîrazên xwe tînin ziman. Aktîvista kampanya "Em Ji Sedî Zêde ne" Yasemîn Ozgen ji Ajansa Mezopotamya re bal kişand ser girîngî û wateya hilbijartinê û wiha got: "Ger ku hemû partî di danezanên xwe de qala jinan dikin û xwe neçar hîs dikin ku der barê jinan de tiştekî bêjin, ev encama têkoşina jinê ye. "Nêvîyê hilbijêran jin in. Divê daxwazên jinan jî li ber çavan bigirin û esas bigirin. Lê polîtikayên ku daxwazên jinan esas digirin û pêş dikevin pir kêm in. Ji xeynî HDP'ê hemû partiyên din hêjmarek pir kêm daye namzetiya jinan. Li bajarên mezin ji xeynî HDP'ê pir kêm cih daye namzetên jin. AKP, CHP, MHP, İYİ Partî û Saadet  li bajarên mezin ên wekî Stenbol, Îzmir û Enqere rêza yekem daye mêr. HDP li Enqere, Stenbol û Îzmirê rêza yekemîn daye jinê. Di rewşek wisa de ji bo daxwazên me yên aştî, azadî, demokrasî û wekheviyê û hêza me ya guhertin û veguhertinê di hilbijartinê de pir girîng e. " 
 
 
EM DÊ ÎTİRAZÊN XWE DI HILBIJARTINÊ DE BIDIN XUYAKIRIN
 
Ozgun, anî ziman ku ew daxwaz, peyam, îtîrazên xwe li ser medya civakî jî parve dikin û rastî eleqeyek mezin tên û wiha got: "Siyaseta serdest dixwaze me hepis bike. Azadiya me bi sînor dike. Em li dijî van polîtîkayaın dibêjin Em ji sedî zêdetir in. Siyaseta ku jinê tune dihesibîne, jinê di siyasetê de wekî 'vitrin' digire dest. Ji bo dengê xwe zêde bike jinê dike wekî maşik. Partiyên ku soza azadî, wekhevî û aştiyê didin jinan û di hilibjartinê de serî li hîle û lîstikan didin em dê li dijî wan têbikoşin. Em dê li dijî lîstik û hîleyên wan têkoşîna xwe bilind bikin. Em ji bo hilbijartina 24'ê hezîranê bang li hemû jinan dikin ku bi taybedî tenê li daxuyainyên pariyan ên ku tenê cih dane rêzikname û danezanên xwe tev negerin û li gorî hemû rastî u pratîkên wan tev bigerin û li gorî wê biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin. Em dizanin ku piştî hilbijartinê di rojekê de her tişt nayê guhertin û em bawer dikin ku dê piştî 25'ê Heziranê dê rêya têkoşîna ji bo aştî, azadî û wekheviye li pêş wan bê vekirin. 
 
 
MA / Necla Demir