Aktîvîteyên TJA’yê yên xwendinê didomin

  • jin
  • 21:59 26 Tîrmeh 2024
  • |
img
ŞIRNEX - TJA aktîvîteyên xwe yên xwendinê yên di çarçoveya “Deng bide azadiyê” de li Silopiyayê didomîne. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) li Taxa Ofîsê ya girêdayî navçeya Silopiya ya Şirnexê  di çarçoveya kampanyaya “Deng bide azadiyê” de aktîvîteya xwendinê li dar xist. Di aktîvîteya xwendinê de, Dayikên Aştiyê, endamên meclisa şaredariyê û gelek kes beşdar bûn. 
 
Di çalakiyê de nivîsên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê ya lê tê ragirtin nivîsandine hatin xwendin. Piştî xwendina hate kirin, bal hate kişandin ser tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan û nirxandin hatin kirin.