Danezana 'Komxebata Plana Stratejîk a Jinê’ hat eşkerekirin

  • jin
  • 12:37 25 Tîrmeh 2024
  • |
img

WAN - Danezana “Komxebata Plana Stratejîk a Jinê” a ji hêla Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ve hat lidarxistin, hat eşkerekirin. Di danezanê de bal kişand ser xebatên jinan û projeyên dê bikevin meriyetê. 

 
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê di 20’ê tîrmehê roja şemiyê de “Komxebata Plana Stratejîk a Jinê ya 2025-2029’an” li dar xist. Encamnameya komxebatê hat eşkerekirin. Danezan, li eywana hotêlekê bi daxuyaniyekê hate eşkerekirin. Daxuyanî ji hêla Berdevka Meclisa Jinan a Şaredariyê Leyla Çelîk ve hat xwendin. Çelîk, da zanîn ku ew girîngiyê didin xebatên bi perspektîfa jinan. 
 
‘DIVÊ PIRZIMANÎ DI HER QADÊ DE ESAS BÊ GIRTIN’
 
Bi domdarî Çelîk diyar kir ku divê li hemû şaredarî li gorî feraseta azadiya jinê nûnertiya wekhev esas bigirin û wiha domand: “Her wiha divê li ser esasê wekheviya zayendî budçe bê veqetandin. Weke jin em têdikoşin ku zimanê me li her qadê civakî bibe. Divê pirzimanî di her qada xebatê de esas bê girtin.
 
AVAKIRINA QADÊN BIEWLE
 
Divê qurs û atolyeyên perwerdeyê yên kurdî bên berfirehkirin. Divê li dijî tundiya mêr, hewceye jin li qadên biewle li ber xwe bidin. Divê qadên jiyanê yên ji bo hilberînê bên avakirin (stargeh), ev qad piştgiriya derûnî-civakî bidin jinan ku bikarin xwe baştir bikin û hem jî xwe bi ewle hîs bikin. 
 
Divê navendên biewle bên avakirin. Weke Şaredariya Bajarê Mezin, divê li dijî tiryak, fihûş û îstismara ku li gelek herêmên bajêr belav bûne, li her qadê xebat bên meşandin. Divê semînerên perwerdeyê yên li ser naskirina mafên xwe yên rewa ji jinan re li tax û gundan bên dayîn.
 
AVAKIRINA BAZARÊN DANÛSTANDINÊ
 
Hewceye WC-yên gerok bên aktîfkirin û hejmara wan bê zêdekirin. Divê xebat bên kirin ku li hin noqteyên bajêr daşir bên avakirin. Divê bazarên danûstandinê bêne avakirin da ku tiştên di her maleke me de nayên bikaranîn û dibe ku ji hêla kesek din ve hewce be jî tê de bin. Divê li hin noqteyên bajêr petmatîk bên bicihkirin da ku pêdiviya jinan bi cih bîne.”
 
PÊŞNIYAR
 
Pêşniyarên di komxebatê de derketin holê jî wiha hatin rêzkirin; 
 
*Gelek kes hewl didin ku bi veqetînên xemgîn re mijûl bibin. Pêvajoyên girtîgehê, sirgûn û hwd. Xizmetên psîkopiştgiriyê ji bo kêmkirina zirara ku ji gelek rewşan li ser jinan çêdibe divê were peydakirin.
 
*Di qadên wekî nivîskarî û sînemayê de ji bo jinan atolye bên vekirin û bi atolyeyên şanoyê jî destekê bidin van perwerdeyan. Dîsa divê xebatên ji bo piştgirîkirina nivîskarên jin bên kirin.
 
*Ji bo dengbêjiya jinan zêdetir xuya bibe û ev xebata hunerî pêş bikeve divê xebat bên kirin û malên dengbêjiyê yên jinan bên avakirin.
 
*Divê semînerên bi temaya jinan ku li ser dîroka jinê tê nîqaşkirin û rojev tên diyarkirin, li akademiyên jinan ên bên avakirin bên lidarxistin.
 
*Divê li ser tipa alternatîf proje bên pêşxistin. ‘Atolyeyên Şîfayê’ û hwd ku wê di vî warî de perwerdehiyê bidin jinan bên pêşxistin. Divê xebatên perwerdehiyê bên kirin.
 
*Divê navendên nûkirina bîrê ku jinên temen mezin û jinên ciwan tê de bên cem hev bên avakirin.
 
*Divê kompleksên sporê yên jinan bên vekirin û di hemû şaxan de perwerde bê dayîn, divê ji bo klûbên sporê yên jinan piştgirî bê dayin.”