Jinên li Girtîgeha Evinê ji bo Pexşan Ezîzî dest bi çalakiyê kirin

  • jin
  • 21:22 24 Tîrmeh 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên jin ên siyasî ku li Girtîgeha Evînê ya Îranê girtî ne, di serî de li dijî biryara darvekirina Pexşan Ezîzî û bi giştî li dijî biryara darvekirina 3 aktivîstên jin li baxçeyê Girtîgeha Evînê dest bi çalakiyan kirin.
 
Şaxa 26’yemîn ya Dadgeha Şoreşê ya Tehranê, der barê parêzvana mafê jinan, pispora xizmeta civakê û rojnamevana kurd Pexşan Ezîzî ya li Îranê girtî ye, cezayê darvekirinê da. Piştî vê biryarê girtiyên jin ên li girtîgeha Evînê li dijî biryarê li hewşa girtîgehê dest bi çalakiyê kirin û biryar şermezar kirin. Li aliyekî çalakiya girtiyan didome, li aliyê din jî rayedarên girtîgehê êrîşê girtiyên jin dikin. Lê girtiyên jin bi biryar çalakiya xwe li bexçe didomînin. Her wiha girtî banga piştgiriyê ji civakê dikin
 
Hat diyar kirin ku agahiyên çalakiyê li ser hesabên Nergîz Mihemed hatin parvekirin.
 
Dadgeha Îranê der barê Şerîfe Muhameddi û Merîşe Muradî de jî biryara darvekirinê dabû. Girtiyan di heman demê de bertekên xwe yên li hemberî hemû girtiyên jin jî anîn ziman. Çalakî didome.
 
Îro Şaxa 26’yemîn ya Dadageha Şoreşê ya Tehranê, der barê parêzvana mafê jinan, pispora xizmeta civakê û rojnamevana Kurd Pexşan Ezîzî ya ku li Îranê tê girtin, de cezayê darvekirinê da. Pexşan Ezîzî ji sûcên bi îdeaya ‘li dijî hikumeta Îslamê, dest bi serhildana bi çek kiriye û endama ku serokê wê ketinen nava komên serhildanê’ û ‘serîrakirinê’ cezayê darvekirinê lê hate birîn.
 
ÇI BÛBÛ?
 
Pexşan Ezîzî di dîroka 4’ê Tebaxa 2023’an de ji aliyê hêzên Îstixbarata Îranê ve li bajarokê Herazî yê Tahranê ve hate binçavkirin, di 11’ê Kanuna 2023’an de hate girtin û sewqî qawîşa hejmar 209 ya girtîgeha Evînê ku weke navenda binçavkirina wezareta Îstixbaratê tê zanîn kirin. Pexşan Ezîzî nêzî 4 mehan di pêvajoya binçavkirinê de rastî îşkenceya giran û sistematik hat. Ji mafê hiqûqî bigre ji hemû mafên xwe yê bingehîn bê par hate hêlan. Pexşan Ezîzî di dema ku girtî, ji mafê darizandinê û ev demek dirêje jî hevdîtina bi malbat û parêzerên xwere bê par hate hiştin. Hate diyarkirin ku piştî ku rojnamevan hate binçavkirin endamên malbata wê jî hatine binçavkirin û piştî lêpirsînê hatine berdan.
 
Pexşan Ezîzî berê jî bi hinceta ku beşdarî protestoyên li dijî darvekirina xwendevanên Kurd li Tahranê bûye di 16’ê Mijdara 2009’an de hatibû girtin, piştî 4 mehan hate girtin, di 19’ê Adara 2010’an de bi kefaleta 100 milyon Tumen hate berdan. Piştî tehliyeya wê ji bo lêkolînkirina jiyana jinên li Kurdistanê xwebat da meşandin.
 
Pexşan Ezîzî herî dawî di nameya ji Girîgeha Evînê ku lê dima, îşkenceyên ku jiyan kirine anî ziman û banga bilindkirina têkoşînê kiribû.
 
Hêjayî gotinêye ku di nava mehekê de rejîma Îranê cezayê ‘darvekirinê’ da du aktivtên jin ên siyasî. Di 4’ê Tîrmehê de ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Îranê ve bi îdeaya ‘li dijî rejîma Îranê serhildana bi çek’ cezayê davekirinê li parêzvana mafê jinan Şerîfe Muhammedî birîbû.  Li dijî cezayê darvekirinê ji gelek qadan bertek hatin, kampanya hatin destpêkirin.