Polîtîkayên şerê taybet: Fihûş û bengîtiya hişbirê zêde bûye

  • jin
  • 18:43 24 Tîrmeh 2024
  • |
img
AMED - Di atolyeyên ku Meclisa Jinan a DBP’ê û TJA’yê li ser polîtîkayên şerê taybet organîze kirin de jinan diyar kirin ku pirsgirêkên herî mezin ên taxan fihûş, tiryak, tacîz û tecawiz e.
 
Meclisa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA), li ser polîtîkayên şerê taybet li navçeyên Sûr, Licê û Pîranê yên Amedê atolye li dar xistin. Komxebata ku li navçeya Sûrê hat lidarxistin, Berdevka Meclisa Jinan a DBP’ê Bêrîvan Bahçecî, aktîvîstên TJA’yê, Rêxistinên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û DBP’ê yên navçeyê û gelek jin amade bûn.
 
Bahçecî ya bi jinan re nîqaşa polîtîkayên şerê taybet kir, qala bandora wê ya li ser civakê kir û got: “Di çarçoveya kampanyaya ku me daye destpêkirin de em şerê taybet kolan bi kolan, tax bi tax, mal bi mal vedibêjin. Em nîqaş dikin ku bandora wê ya li Kurdistan û Tirkiyeyê çawa ye. Em dikarin çawa ji vê re bibin bersiv, em dikarin çi bikin. Bi taybetî jî bandora van polîtîkayan a li ser jinên kurd û gelê kurd diaxivin.”
 
‘DIVÊ EM DESTÛRÊ NEDIN POLÎTÎKAYÊN ŞERÊ TAYBET’ 
 
Bahçecî, bal kişand ku yek ji navçeyên ku herî zêde polîtîkayên şerê taybet li ser tê meşandin jî Sûr e û wiha domand: “Demekî dirêj e li kolanan tacîz, tecawiz, fihûş bikaranîna tiryakê her ku diçe zêde dibe. Sedema ku ev rewş bi taybetî li Sûrê giran dibe ew e ku dixwazin tola xwe ji gelê Kurd hilînin. Ev yek ne tenê li Sûrê, li hemû kolanên Kurdistanê jî diqewime. Polîtîkayeke şerê taybet a topyekûn tê meşandin. Divê jin vê rewşê qebûl nekin. Divê em destûrê nedin vê yekê. Ya ku teşe bide civakê jin e û jin wê destûrê nedin vê yekê.”
 
Jinên beşdarî atolyeyê bûn jî diyar kirin ku pirsgirêkên herî mezin ên taxan fuhuş, tiryak, tacîz û tecawiz in.
 
Atolye bi pêşniyarên jinan bi dawî bû.