Li Îzmîrê mirina biguman a jinekê

  • jin
  • 10:14 24 Tîrmeh 2024
  • |
img
ÎZMÎR - Nazîre Kavakli ya li Odemîşê bi tena serê xwe dijya û ev du roj in tu agahî jê nedihat girtin, di mala xwe de wek mirî hate dîtin. 
 
Nazîre Kavakli (62) ya li taxa Akincilar a navçeya Odemîşa Îzmîrê di mala xwe ya du qatî de bi tena serê xwe dijiya, wek mirî hate dîtin. Li gorî agahiyên bi dest ketine xizmên Kavakliyê yên agahî jê negirtine, rewşê ji polîsan re parve kirin. Bi ser vê yekê polîsên hatine li malê, Kavakliyê wek mirî dîtin. Di kontrolên hatine kirin de hat diyarkirin ku Kavakli berî demekî jiyana xwe ji dest daye. 
 
Piştî lêkolîna li cihê bûyerê, polîsan cenazeyê Kavakliyê rakirin morga Saziya Tipa Edlî ya Îzmîrê. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.