Tosun: Ji bo ez bibim dengê malbatên Sûrê namzet im

  • jin
  • 12:53 22 Gulan 2018
  • |
img
ENQERE – Namzeta HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun destnîşan kir ku ji bo ew bibe dengê malbatên Sûrê bûye namzet. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Amedê Remziye Tosun di rêza 4’emîn de nîşan da. Remziye Tosun diyar kir ku partiya wê partiya aştî û remza azadiya jinê ye. Tosun bang li hemû jinên ciwan û dayikan kir û got: “Bila êdî jin di bin zextan de nemînin. Bila ji bo azadiyê têbikoşin. HDP dê ji hemû jinan û gelan re azadiyê bîne.” 
 
Tosun bal kişand ser rewşa Sûrê û wiha got: “Li Sûrê jin li dijî zextên û polîtîkaya pişaftinê û li kolanan li dijî feqîriyê têdikoşin. Ez wek jinek ji Sûrê ez dixwazim bibim dengê wan. Ez dixwazim bibim dengê dayikan. Bila jin tev li xebatên jinan ên HDP’ê bibin. Bila jinên ciwan û dayik dest bidin destê hev û em dixwazin bi ser bikevin. Em ê bi ser bikevin.”