Li Stenbolê mirina biguman a jinekê

  • jin
  • 09:33 27 Nîsan 2024
  • |
img
STENBOL - Li navçeya Kuçukçekmeceyê jinek li mala xwe bi awayekî biguman mirî hate dîtin. 
 
Li Taxa Sogutlu Çeşme ya girêdayî navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê jinek li mala xwe bi awayekî biguman mirî hate dîtin. Tîmên ku li ser agahdarkirina xizmên jinê hatin cihê bûyerê, jin bi awayekî bêtevger dîtin. Tîmên tenduristiyê diyarkirin ku jinê jiyana xwe ji dest daye. Tîmên polîsan li ser îhtîmala dibe ku jin hatibe qetilkirin disekinin.