Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin

  • jin
  • 11:14 20 Adar 2024
  • |
img
ÎZMÎR - Îpek Tarhan a li navçeya Karabaglarê dijiya, ji aliyê hevjînê xwe H. Tarhan ve hate qetilkirin. 
 
Îpek Tarhan (64) a li navçeya Karabagê a Îzmîrê dijiya, ji aliyê hevjînê xwe H. Tarhan (64) ve hate qetilkirin. Li ser îxbarê, li cihê bûyerê komên polîs û tenduristiyê hatin veguhestin. Hat diyarkirin ku Îpek Tarhan li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest daye. Paşê jî êrişkar H. Tarhan xwe teslîmî hêzên ewlekariyê kir.
 
Piştî lêkolîna cihê bûyerê, termê Îpek Tarhan rakirin morga Saziya Tipa Edlî ya Îzmîrê.