Namzetên DEM Partiyê: Em bi biryar in ku Amedê bikin bajarê jinan

  • jin
  • 11:34 18 Adar 2024
  • |
img
AMED - Namzetên hevşaredariyê yên têkildarî Beyannameya Jinan a Rêveberiyên Herêmî yên Amedê ya DEM Partiyê axivîn, diyar kirin ku beyanname soza jinan e û wiha gotin: “Em bi biryar in ku Amedê bikin bajarê jinan. Me her cure têkoşîn da ber xwe.”
 
Rêveberiyên Herêmî ya Amedê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), piştî ku di navbera 1 û 10’ê adarê de bi saziyên sivîl ên civakî re komxebat û bi gel re civîn li dar xistin, Beyannameya Bajêr û Beyannameya Jinan aşkere kir. 
 
Di Beyannameya Jinan de ji Kooperatîfên Jinên Azad, heta Navendên Jiyana Azad ji bo jinên li bajêr gelek proje hene.
 
Namzetên hevşaredariyê yên navçeyan ên Amedê yên DEM Partiyê “Beyannameya Jinan” a hate aşkerekirin nirxandin. 
 
Namzeta Hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Peyasê Bêrîvan Sîncar, diyar kir ku weke kevneşopiya siyasî ya partiyê ji sala 2014’an ve di rêveberiyên herêmî de pergala “hevserokatiyê” diparêzin. Sîncar, anî ziman ku li dijî êrişên li hemberî pergala temsîliyeta wekhev tên kirin têkoşîn bilindkirine û wiha got: “Di vê mijarê de bi pergala xwe ya hevserokatiyê nêzî 500 cihan li dijî hişmendiya hişk a navendî, me mînaka herî xweş a demokrasiyê an ku pergala hevserokatiyê li qadê bi rêxistin kir û em ê vê bidomînin jî.”
 
Sîncar destnîşan kir ku kevneşopiya wan a siyasî ku ji sala 1999’an ve şaredarvaniyê dike, gelek destkeftî bi dest xistine û wiha domand: “Lê li dijî van destkeftiyan texrîbatên ku feraseta qeyûm afirandine hene. Em ê ewilî ji bo destkeftiyên me yên hatine xespkirin û mafê gotinê yê jinan ê li jiyana wan a bajaran jinûve têxin meriyetê bixebitin. Me di beyannameya xwe de ev tişt anîn ziman. Di polîtîkayên şer û tundiyê de, tundiya li dijî jinan her roj zêde dibe, qanûnên ku jinan diparêzin hatine rakirin…Dema em li van dinêrin, em ê li dijî tundiyê çareseriyên bihêz ava bikin.”
 
‘EM Ê BAJARÊ JINAN AVA BIKIN’ 
 
Sîncar, bal kişand ku xizaniya li bajaran paralelî şer û tundiyê pêş dikeve û wiha bi dawî kir: “Li dijî xizaniyê projeyên me hebûn. Em ê kooperatîfên jinan, yekitiya kooperatîfên azad, polîtîkayên ku xizaniya jinê ji holê rake û pêşiyê lê bigire pêş bêxin. Em ji bo Amedê bi hemû pêkhateyên bajêr re gihiştin biryarekê ku ‘em çawa dikarin wêneyekî bajarekî jinan biafirînin’. Me ji bo hemû jinên li bajêr dijîn têkoşîn da ber xwe û em bi biryar in.”
 
Namzeta Hevşaredariyê ya Xana Axparê Semra Akyuz jî destnîşan kir ku di encama xebatên ku derî bi derî kirine beyanname amadekirine. Akyuz a got ku “Sozên me daxwazên gel in” ev tişt got: “Em ê sûda vê xebatê pêş de bigirin.” Akyuz, têkildarî êrişên li dijî pergala hevserokatiyê jî ev tişt gotin: “Bi hezaran sal in jin di bin koletiyekê de ne, lê êdî jin dikarin bêjin ‘em hene û têxin pratîkê’.”
 
‘BEYANNAME SOZA JINÊN LI BAJÊR E’ 
 
Namzeta Hevşaredariyê ya Rezanê Leyla Ayaz jî wiha got: “Em tax bi tax gund bi gund bi jinan û ciwanan re civiyan. Şûna ku em li ser mase rûnin û bêjin ‘em dikarin çi bikin’ me bi pirsên “Pirsgirêkên vî bajarî, jinan, ciwanan çine?’ ji muxatabên wan pirsîn. Me pêşniyarên jinan girtin. Di encama van pêşniyaran de beyannameya me derket holê. Pêşîgirtina xizaniya jinan, têkoşîna li dijî tundiya jinan, avakirina kooperatîfan, meclisan, vekirina saziyên jinan ên berê di bin banê şaredariyan hebûn û qeyûman girtin, avakirina navendên jiyanê hwd. pêşniyarên jinan bûn. Me jî li gorî van daxwazan beyannameya xwe ava kir.”
 
 
Ayaz, bi lêv kir ku armanceke wan heye ku Amedê bi navçeyên wê ve bikin “bajarekî jinan”.